​​​​​​​Li Kurdistanê wateya jiyanê: Xweparastin – 2

Di dîrokê de ji ber ku hebûna xwe parastiye, Kurd gelek caran bi navên cuda hatine reşkirin. Berxwedanên xweparastinê yên Kurdan bi navên ‘eşqiya’ û ‘terorîst’ hatine binavkirin lê dîsa jî planên dewletên dagirker hatine têkbirin.

Ji gelên qedîm ên Rojhilata Navîn gelê Kurd, bi xweparastina çandî û çekdarî kariye heta roja me ya îro hebûna xwe berdewam bike. Piştî Lozanê Kurdistan bû çar parçe û ji vê demê ve tevger û berxwedanên çêbûn, li ser esasê netewedewletê bi pêş ketin.

Fikra PKK’ê ya serbixwe ya sosyalîst di sala 1978’an de dema dest pê kir, berxwedaneke xweparastinê ya şerê gel û perspektîfa neteweya demokratîk heta roja me ya îro domand.

Piştî sala 1925’an li Bakurê Kurdistanê berxwedanên xweparastinê wiha ne:

SASON

Di sala 1925’an de piştî berxwedana Şêx Seîd, li dijî Kurdan paqijiya etnîk li herêmê berfireh bû. Ji bo ku li dijî vê bisekinin Kurdan li Sasonê dest bi berxwedanê kir. Bi pêşengiya Mihemedê Eliyê Ûnis eşîrên Kurdan dest bi serhildanê kir.

Berxwedana Sasonê wek berxwedaneke xweparastinê ji 1925’an heta 1937’an bi maweya 12 salan berdewam kir. Ji berxwedana Sasonê re jinên Kurd pêşengî dikir.

Roja îroyîn jinên ku ruh didin şervanên jin ên li Serêkaniyê ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk şer dikin, keça Mihemedê Eliyê Ûnis Rindêxan li dijî komkujiyan xwe bi çek û rext pêça û di eniya herî pêş de li dijî dagirkeran li ber xwe da.

Dema hêzên dagirker ên Tirk Sason dorpêç kir, Rindêxan birîndar dikeve destê leşkerên Tirk ên dagirker. Ji bo ku sax nekevin destê dijmin, bi hezaran jinên Kurd xwe ji zinaran de avêtin.

Dema ku Rindêxan di destê dagirkeran de ye, firsendê dibîne û xwe ji pira Malabadê diavêje û şehîd dikeve.

Piştî berxwedanê Kurdên ku ji komkujiyê difilitin, derbasî Rojavayê Kurdistanê dibin.

Piştî 90 salan ji Berxwedana Sasonê, jinên Kurd li ser şopa Rindêxanê îro dîsa li dijî hêzên dagirker ên Tirk ji bo parastina welatê xwe canê xwe didin.

HACO

Dema bavê wî li çiyayê Mawa ji aliyê dewleta Tirk ve hat qetilkirin, Haco Axa hê di zikê diya xwe de bû. Ew jî wekî hemû Kurdên welatparêz li dijî komkujiya sala 1926’an dest bi berxwedanê kir.

Li dijî dagirkeran Kurdan bi pêşengiya Haco Axa li ber xwe da, piştre derbasî Rojavayê Kurdistanê bûn. Wê demê 400 malbat derbasî Rojava bûn.

 Haco Axa piştî derbasî Rojava bû, li dijî dewleta Tirk ji bo ku têkoşîna xwe bidomîne, ji bo berxwedana Agiriyê bide destpêkirin partiya Xoybûn ya hat avakirin de cih girt.

XOYBÛN Û AGIRÎ  

Kurd ji bo hebûna xwe biparêzin ranediwestîn. Pêşengên Kurdan ên ku ji komkujiyan rizgar dibûn, li herêmên cuda yên li Kurdistanê careke din berxwedan bi rêxistin dikirin.

Dewleta Tirk jî piştî Serhildana Şêx Seîd “Plana Islehkirina Şerqê” anku Kurdistanê amade kiribû. Li gorî vê planê, Kurd vê ji welatê xwe werin koçberkirin, der heqê Kurdan de çi hebe wê bê înkarkirin û tunekirin.

Li çar parçeyên Kurdistanê yên ku ji komkujiyan rizgar bûne, derbasî Lubnan û Sûriyê ku wê demê di bin serweriya Fransayê de bûn, dibûn.

Kurdên ji nû ve xwe bi rêxistin dikirin, ji bo mudaxelekirina rewşa dagirkirina Kurdistanê bi pêşengiya Celadet Alî Bedîrxan, Kamuran Alî Bedîrxan, Nûrî Dêrsîmî, Ekrem Cemîl Paşa, Memduh Selîm û Îhsan Nûrî Paşa sala 1927’an li Lubnanê  tevgera Xoybûn damezirand. Kesayetên ji çar parçeyên Kurdistanê tev li Xoybûnê bûn.

Xoybûn, ji bo ku li çiyayê Agirî ji nû ve berxwedanê bide destpêkirin, li çar parçeyên Kurdistanê xwe bi rêxistin kir. Sala 1928’an bi fermandariya Îhsan Nûrî Paşa Kurdan li dijî dagirkeriya dewleta Tirk dest bi êrişê kir.

Xoybûn dema biryara berxwedanê da, di sala 1926’an de ji aliyê eşîra Celaliyan ve berxwedana ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk hatibû destpêkirin, berdewam dikir.

Hêzên eşîrên Kurd tev li berxwedana hêzên neteweyî bûn. Berxwedanê heta sala 1930’î berdewam kir. Berxwedana Agirî her ku diçû berbelavî Kurdistanê dibû. Hêzên Tirk ên ku li hemberî berxwedanê tengav bûbûn, ji bo têkbirina berxwedanê bi rejîma Îranê re li hev kir.

Rejîma Îranê, sînor xistin bin kontrola xwe û Kurdên ku dixwestin tev li berxwedanê bibin, asteng dikirin.

Sala 1930’an dewleta Tirk li çiyayê Agirî û Geliyê Zîlan dest bi komkujiyê kir. Li sedan gundan komkujî pêk anîn.

Piştî salan li gundên Kurdan Efxan û Azeriyên ji derve anîn, li wan deveran bi cih kirin. Dewleta Tirk piştî qirkiriyê wiha got “Kurdistana xeyalî li vê derê definkirî ye”. Êdî di sergoterên rojnameyan de qedandina Kurdan hatibû nivîsandin.

DÊRSIM

Dewleta Tirk, piştî qirkirina Agiriyê vê carê jî berê xwe da Dêrsimê ya ku wek “serê kunêrê” bi nav dikir û ji bo ku êriş bike dest bi amadekariyên leşkerî kir.

Dêrsim bi sedan salan e ku bi ziman, bawerî û bi nasnameya xwe ya azad di herêmeke xweser de hewl dide hebûna xwe biparêze. Xweparastina wan, parastina nasnameya xwe bû. Jiyana mirovan, nirxê herî mezin ê vê nasnameyê bû. Ji bo wan azadiya herî mezin, jiyana bihevre bû.

Hişmendiya faşîst a Tirk, tiştên anîbûn serê Ermeniyan, dixwestin bîninserê Kurdan jî û “paqijiya etnîk” pêk bînin.

Ji bo ku gelê Dêrsimê qir bikin, rê û qerekol çêkirin. Bi hin serokên eşîran re li hev kirin.

Gelê Dêrsimê ji bo ku xwe biparêze, li derdora Seyîd Riza kom bû. Di nav berxwedanê de pêşengên Berxwedana Koçgiriyê Elîşêr û Zerîfe jî hebûn.

Sala 1937’an hêzên dagirker ên Tirk dora Dêrsimê girt. Bi hêzeke mezin a leşkerî êriş kirin. Dêrsimiyan li ber xwe da. Dewletê dixwest komkujiyeke bêdeng pêk bîne û ji bo ku bi Seyîd Riza re hevdîtinê bikin, ew dawet kirin.

Seyîd Riza xayîntiya dewleta Tirk dizanî lê ji bo gelê xwe ji komkujiyê rizgar bike, ev dawet qebûl kir. Seyîd Riza, dema ku çû cihê ji bo hevdîtinê hatiye diyarkirin, hat girtin û ew şandin Elezîzê.

Li Elezîzê di embara genim de dema ber bi sêdarê ve birin, ew gotinên pêşeroja Kurdan ronî dikir: “Min bi fêlbazî, derewên we re serederî nekir, bila ev ji min re bibe ders. Lê min jî li pêşiya we çong neda erde, bila ev jî ji we re bibe derd.”

MEHABAD

Di dema Şerê Cîhanê yê Duyemîn de Kurdên Başûr û Rojhilatê Kurdistanê di yek eniyê de bûbûn yek. Di sala 1946’an de Komara Kurdistanê ya Mehabadê hat damezirandin. Serokê komarê Qazî Mihemed bû. Kurdan di demeke kin de di hemû qadên perwerde, tenduristî, aborî û leşkerî de xwe bi rêxistin kir. Di sedsala 20’an de ruxmê ew qas berxwedan çêbûn cara yekem bû ku Kurdan dewletek ava dikir. Ji hemû deverên Kurdistanê destek ji bo Komara Kurdistanê dihat. Kurd ji bo statuya qezenckirinê bi hêz bikin, dixebitîn. Rejîma Îranê ya di bin dagirkeriya Rûsan de, gelekî lawaz bû. Rûsan destek da Kurdan.

Piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn qediya, Rûsan desteka dabû Kurdan paşve kişand û Komara Kurdistanê ya Mehabadê ya ku nû bişkuviyabû, Îranê bi hemû hêza xwe êriş bire ser. Komara Kurdistanê karî 11 meha bijî.

Komara Mehabadê ji bo Kurdan bû ezmûneke gelekî mezin. Heke hêza xweparastinê ya Komara Kurdistanê baş bihata birêxistinkirin, komarê dikarî xwe li ser pêyan bigirta.

Du xalên girîng, baweriya ji hêzên derve bû. Rûsan ruxmê soza destekdayînê dabû jî, lê ev sozên xwe bi cih neanîn. Mehabad ji aliyê hêzên Îranê ve hat dagirkirin. Qazî Mihemed û bi du hevalên xwe re li Qada Çarçira ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hat sêdarkirin.

Qazî Mihemmed beriya were darvekirin, ji bo gelê Kurd ev name nivîsandibû û wiha gotibû: “ Hûn Qazî Mihemedekî darve dikin, lê ez pê ewle me ku di her dilopeke xwîna min de bi hezaran wê Qazî Mihemed çêbin. Ez ji neteweya Kurd rica dikim ji bo serxwebûnê hewl bidin. Ji bo Kurd û Kurdistan her bijî.”

Di roja me ya îroyîn de jî di eniya berxwedanê de ciwanên ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk li ber xwe didin, hêzeke mezin dide avakirin.

ANHA


Mijarên Din