Li Kobanê yekemîn meşaleya Newroza 2023′yan

Bi dirûşma "Bi rihê berxwedana Newrozê em ê Rêber Apo azad bikin û dagirkeriyê têk bibin" meşaleya yekemîn a Newroza 2023′yan li herêma Firatê hate pêxistin.

Bi dehan şêniyên kantona Kobanê beşdarî yekemîn pîrozbahiya Newroza 2023′yan a li pêş avahiya Şaredariya Gel a Şêran a li rojhilatê Kobanê bûn.

Li wir hevseroka Meclisa Navçeya Şêran Lutfiye Silêman axivî û got: "Newroz sembola têkoşîna gelê Kurd û jidayikbûna rihê nû yê qîrîna ku şehîd Mezlûm Dogan dest pê kiriye û agir bi bedena xwe xistiye, da ku ji desthilatên dewleta Tirk a dagirker re bêje ev gel serî ji zilmê re danayne, yan mirina birûmet an jî azadî."

Lutfiye Silêman wiha domand: "Dem hatiye ku bend werin şikandin, dem hatiye ku dewleta Tirk a dagirker û alîgirên wê bizanin ku rihê şehîd Mezlûm Dogan di dilê me de zindî ye, dem hatiye ku Kurdistan bi hemû parçeyên xwe bibe yek."

Lutfiye wiha dawî li gotina xwe anî: "Em bê hêvî nabin û dê îsal bibe sala şikandina deriyên girtîgeha Îmraliyê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan."

Çalakî bi pêxistina meşaleya Newroza 2023′yan bi dawî bû.

(fr)

ANHA


Mijarên Din