Li Kobanê yekemîn kargeha madeyên xwarinê hate vekirin

Rêveberiya Xweser cara yekemîn e kargeheke hilberînên xwarinê li kantona Kobanê vekir.

Li gel şertên aborî yên dijwar ên ku herêm tê re derbas dibe, Desteya Aborî ya Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê hinek projeyên ku sûd li aboriya herêmê bike û pêdiviyên şêniyan ji madeyên xwarinê peyda bike, vekirin. Ji mehekê ve Rêveberiya Xweser kargehek ji bo hilberînên xwarinê li navçeya Qeneya li rojavayê bajarê Kobanê vekiriye. Ev kargeh li ser asta herêmê ya tekane ye û bi navê "Xêrên Firatê" hate binavkirin. Di kargehê de gelek cureyên madeyên xwarinê tên çêkirin.

Di kargehê de 60 karker dixebitin û piraniya wan jin in. Di kargehê de rêçel, dims, îsot û hinek cureyên biharatan têne çêkirin.

Berpirsê kargehê Kamîran Umer got ji ber rewşên aborî yên dijwar û bihabûna madeyên xwarinê, ev kargeh ji bo sivikkirina barên welatiyan ên ku zehmetiyan di kirîna madeyên xwarinê de dibînin, hate vekirin. Umer wiha domand: "Ruxmî ku kargeh di demek kin de hatiye vekirin, lê feydeya wê ya mezin li ser karker û şêniyan diyar bûne."

Rêveberiya kargehê diyar kir ku armanca wê ji vekirina kargehê ne qezenc e, lê belê hewldaneke ji bo ku sûd ji xêr û bereketên herêmê bê girtin û rêgeza xwetêrkirinê pêk were.

Hêvîzer Berkel ku di kargehê de dixebite, wiha axivî: "Armanca me ji şêniyan re dabînkirina madeyên xwarinê yên pêwîst e û projeyên ku civak jê sûd bigire pêş bixînin."

Hêvîzer diyar kir ku ew hewl didin warê aborî pêş bixin û hevsengiyekê di navbera xwestek û dayînê de çêkin û wiha domand: "Hêza me di vî warî de heye. Divê bi demê re em hewl bidin madeyên xwarinê derxin derveyî herêmê."

Karkera bi navê Hedîl Elî kêfxweşiya xwe bi vekirina kargehê anî ziman û got: "Ev proje serkeftî ye û gavek ber bi pêşketinê ve ye. Her wiha gelek feyde li karkerên jin ên ku bi hewcedariya kar in kirin."

Ji demeke dirêj ve li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê projeyên aborî yên ku pêdiviyên şêniyan ji madeyên xwarinê û pêwîstiyên din peyda dikin, nehatine vekirin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din