Li Kobanê stadek hate vekirin

Desteya Ciwan û Werzîşê ya kantona Kobanê ji bo zarokan stadeke futbolê bi navê `Dostaniya Nerwêc û Kobanê` vekir.

Li kantona Kobanê di navbera salên 2018-2019`an de tevgerek çalak girêdayî avakirina stadan û pêşxistina werzîşê çêbû.

Yekitiya Werzîşê ya kantona Kobanê ji destpêka sala heyî ve stadek şeşgoşe ji bo futbolê ku bi gîhayê çêkerî hatiye raxistin ava kir.

Bi dehan şêniyên kantonê tevî hevseroka Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Enwer Muslim, endamên rêveber tev li merasîma vekirina stadê bûn.

Di merasîmê de Enwer Muslim axivî û behsa geşpêdana avahîsazî ya ku li kantona Kobanê ji 2015`an ve rû dide kir û vekirina stadê pîroz kir.

Ji aliyê xwe ve endamê rêveber ê Yekitiya Werzîşê Mihemed Ebdî diyar kir ku yekitî amade ye zarokan li ser futbolê perwerde bike. Ebdî spasiyê kesên ku keda dane vekirina vê stadê kir.

Ev stada şeşê ye ku li kantona Kobanê tê vekirin. Beriya wê 5 stadên şeşgoşe li deverên cuda yên bajêr hatin avakirin.

Yekitiya Werzîşê ya Kantona Kobanê bi hevkariya Desteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan ya herêma Firatê dest bi avakirina stadek din dike li taxa Kobanê ya nû kir.

Stad bi lidarxistina du maçan di nav bera 4 tîmên zarokan de hate vekirin. Maça yekemîn a keçan di navbera Tîma Kobanê û Tîma Jinên Desteya Perwerdeyê destpê kir. Maça din di navbera Tîma ciwanên Kobanê û ciwanên Girê Spî de bû.

(şx)

ANHA


Mijarên Din