Li Kobanê sersaxî ji malbatên şehîdên Berxwedana Rûmetê re hate xwestin

Bi sedan şêniyên herêma Firatê ya Bakurê Sûriyê, ji malbatên şehîdên Berxwedana Rûmetê re, sersaxî xwestin.

Bi sedan şêniyên gund, bajar û navçeyên herêma Firatê, berê xwe dane konê sersaxiyê ya li nêzî goristana Şehîd Dîcle ya başûrê bajarê Kobanê haitye vedan û ji malbatên şehîdên Berxwedana Rûmetê re sersaxî xwestin.

Duh (Duşemê) bi hezaran kesî  çenazeyên şehîdên Berxwedana Rûmetê Sultan Şêx , Mihemed Şukrî, Mistefa Bîlal û Mezlûm Mislim li goristana Şehîd Dîcle spartin axê.

Meclîsa Malbatên Şehîdan, di merasîmê de nasnameyên şehîdên Berxwedana Rûmetê ragihandin, Mistefa Miso, Ehmed El-Ubêd, Şiyar Şêx Mihemed, Ferman Oso, Ebdullah Şêx Hesen, Mistefa Bozî, Kamîran Hiso, Welat Temo, Fetah Îsa, Ferhan Mehmûd, Ismet Şêx Ehmed, Celal Şêx Ehmed, Remedan Şêx Ehmed, Mesûd Şêx Ehmed û Îdan Şêx Ehmed.

(rr)

ANHA


Mijarên Din