Li Kobanê pêşengeha hunera şêwekarî hate vekirin

Duh li bajarê Kobanê bi dirûşmeya "Ji we çîrok û ji me reng" pêşengeha hunera şêwekarî hat vekirin.

Bi sponseriya Desteya Çand û Huner a herêma Firatê û Yekîtiya Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê duh li bajarê Kobanê pêşengeha Hunera  Şêwekarî bi beşdarbûna 32 hunermendên şêwekarî ji Kobanê, dest pê kir.

Pêşengeh li kolana Tilel a navenda bajarê Kobanê hat lidarxistin. Bi dehan şêniyên bajêr û endamên saziyan beşdarî pêşengehê bûn.

Di pêşengeha bi pêşengiya hunermendê şêwekar Mihemed Şahîn de 83 tablo hatin pêşkêşkirin. Di tabloyan de êşa gelê Kurd, berxwedana wan li kêleka têkoşîna jinên Kurd û tabloyên ku kiriyarên dewleta Tirk li dijî gelê Kurd diyar dibin, hatin pêşkêşkirin.

Di pêşengehê de Hevserokê Desteya Çand û Huner a herêma Firatê Rêzan Nasan û Hevserokê Yekîtya Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê axivîn û vekirina pêşegehê pîroz kirin. Her wiha di axaftinan de hat gotin:"Bajarê Kobanê çavkaniya serkeftinan e. Bi hezaran şehîd da. Şehîdên me ji tevahî cîhanê re tekez kirin ku em hene. Îro jî em hemû li vê derê ne da ku em Kobanê bikin dibistana jiyanê."

Paşê deriyê pêşengehê ji aliyê hunermend Reşîd Sofî ve hat vekirin. Tê payîn ku îro di saetên êvarê de wê pêşenge bidawî bibe.

Ev cara duyemîne ku hunermendên şêwekarî yên ji bajarê Kobanê pêşengên bi vî awayî vedikin.

(bx)

ANHA


Mijarên Din