Li Kobanê pîrozbahiya salvegera Şoreşa Rojava

Li bajarê Kobanê bi beşdarbûna bi hezaran kesî pîrozbahiya salvegera 7‘an a Şoreşa Rojava destpê kir.

 Bi hezaran şêniyên Kobanê beşdarî pîrozbahiyan salvegera 7‘emîn a Şoreşa 19‘ê Tîrmehê bûn ku li qada Jina Azad hatiye lidarxistin.

Pîrozbahî bi deqeya rêzgirtin a bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê dest pê kir. Tê payîn ku dê axaftin bi navê Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê, QSD, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Malbatên Şehîdan û Kongreya Star werin kirin.

Her wiha dê komên çand û hunerê û helbestvan Ferhadê Merdê bi berhemên xwe beşdarî pîrozbahiyê bibin.

ANHA


Mijarên Din