Li Kobanê însiyatîfa berberekî ji bo alîkariya gel 

Elaadîn Qito berberekî ji bajarê Kobanê ye ku pereyên hindik ji zibûnên xwe distîne. Ew bi vê yekê dixwaze ku li gel aloziya aborî û rewşa madî ya şêniyan a xerab, ji gel re bibe alîkar.

Li dikaneke biçûk a li quncikekî bajarê Kobanê, Elaadîn Qito (40) tevî kurê xwe karê berberiyê dike

Elaadîn Qito ji ber xerabbûna rewşa aborî ya şêniyên herêmê û bi taybet piştî pêkanîna Qanûna Qeyser û daketina nirxê lîreyê Sûriyê li hember dolar ku bû sedema bihabûnê, bi vê însiyatîfê rabû. Elaadîn tevî kurê xwe bi buhayekî kêm kar dike da ku alîkariya şêniyên bajêr ên xizan bike.

Elaadîn wiha ji ANHA`yê re axivî: "Ez bi rizqê xwe yê rojane û karê xwe razî me.Tiştê herî girîng mirovahî û wijdan e. Ez niha alîkariya xizanan dikim û bi vê yekê kêfxweş im."

Qito got ji bo derbaskirina vê aloziyê divê her kes alîkariyê bide hev.

Qito berê ji her yekî 200 lîreyên Sûriyê distand, lê niha dibêje ku ew tu zêdebûnê naxwaze. Tevî wê yekê jî şênî 500 lîreyên Sûriyê didin wî, hin caran jî pereyan nastîne.

Bi giştî, berberên Kobanê hezar û 500 lîreyan ji zibûnên xwe distînin, hin dikan jî 2 hezar û 500 lîreyên Sûriyê distînin.

Daketina nirxê lîreyê Sûriyê li hemberî dolar û cezayên aborî yên dewletên biyanî li ser Sûriyê ferz dike, her wiha aloziya ku ji destpêka 2011’an ve li herêmê rû dide, hişt ku aboriya Sûriyê têk biçe û nirxên madeyan li sûkê bilind bibe. Li hemberî vê bihabûnê fonên kar têrê nakin û kêmbûna derfetên kar jî barê şêniyan girantir kiriye.

Elaadîn Qito nîvê roja xwe bi karê berberiyê derbas dike û demên xwe yên vala jî bi lêdana tembûrê li kêleka kurê xwe yê stranbêj ku pê re li dikanê kar dike, derbas dike.

ANHA


Mijarên Din