Li Kobanê û Minbicê dema berhevkirina fistiq helebiyan

Cotkarên fistiq helebiyan ên herêma Minbic û kantona Kobanê yên Bakurê Sûriyê dest bi berhevkirina berhema fistiq kir.

Ji derdora hefteyekê ve cotkarên fistiqa helebî dest bi berhevkirinê kir. Ev berhem wek girîngtirîn jêderên qûtê li cem şêniyên kantona Kobanê û herêma Minbicê tê hesibandin. Li her du deveran li gorî herêmên din, rûberên fireh bi darên fistiq hatine çandin.

Ji bilî bi hezaran darên ku nû hatine çandin, 10 hezar darên fistiq li gundên başûr û rojavayê kantona Kobanê hene. Taybetmendiya vê darê ew e ku beriya 8 salan ji çandina darê berhemê nade.

Li Minbicê darên fistiq li gundên rojava belav dibin. Gundê El-Eseliye yek ji girîngtirîn herêmên ku fistiqa helebê tê de tê çandin. Rûbera zeviyên bi darên fistiq hatiye çandin 750 hektar derbas dike.

Fistiq helebî pir zêde di nav sûkan de tê xwestin. Ji ber ku wek girîngtirîn berhem tê hesiband tevî ku di şîraniyan de tê bikaranîn.

Fistiq piştî gelek mehan ji eleqedariyê di navîna Tebaxa her sal de tê berhevkirin. Berhevkirin 20 rojan didome. Kîloya fistiqa herêmî di navbera hezar û 500 heya 3 hezar lîreyên Sûriyê tê firotin. Her wiha buhayê firotinê li gorî rêbaza firotinê cuda ye.

Fistiq tevî  qalikên xwe bi buhayên di navbera 1 hezar û 500 heya hezar û 700 lîreyên Sûriyê tê firotin, ev buha jî dibe ku bilind bibe. Kîloya fistiq bê qalik bi 3 hezar lîreyan e.

Gelek cureyên fistiq helebî di herêmê de têne çandin, jê fistiqê tirkî, aşûrî û bartûrî.

Mewsima îsal ya fistiq li gorî salên borî ne berhemdar bû, tevî wê jî darên fistiq her du salan berhemê didin.

Xwesteka çandina fistiq di van demên dawîn de zêde bûye û yek ji hilberînên herî baş ji cotkaran re tê hesibandin, ji ber darên fistiq pir avê naxwazin û berhemeke baş didin.

Miqdara berhema darên fistiq bi eleqedariya cotkaran ve girêdayî ye, ji reşandina dermanên kurmikan û avdana wê bi awayekî baş da ku nexweşî tê de belav nebin. Di vê salê de, baran gelekî bariya, lewra cotkar sûd wergirtin ku daran di wrza zivistanê de av nedin.

Cotkarê bi navê Mistefa El-Ehmed ê ji gundê El-Eseliye rojavayê Minbicê xwediyê 140 darên fistiq e, girêdayî mijarê got: “Hilberîna fistiq wek qûta rizqa şêniyan e. Ji saetên sibê ve dest bi berhevkirinê dikin û destheqê karkeran rojane hezar lîreyên Sûriyê ye.”

(şx)

ANHA


Mijarên Din