Li Kobanê meşek li dijî siyaseta tirkkirina Efrînê hat lidarxistin

Bi sedan şêniyên kantona Kobanê li dijî siyasetên dewleta Tirk ên guhartina demografiyê û bicihkirina malbatên çeteyan li Efrînê, meşiyan. Meş bi diruşma ‘Dagirkeriya Tirk, tê wateya tinekirina hebûn û çanda Kurdan’.

Îro, Meclisa kantona Kobanê meşek ji bo şermezarkirina dagirkeriya Tirk a li Efrînê lidar xistin. Di meşê de koçberkirina şêniyên resen û bicihkirina malbatên çeteyan, hatin şermezarkirin.

Şênî û endamên saziyên sivîl herikîn Qada Jina  Azad. Her wiha alên Kongre Star, Meclisa Malbatên Şehîdan û pankartên bi nivîsên "Ji bo Rojava serî hildin" û "Na ji dagirkeriya Tirk re", hildan.

Meş ji Qada Jina Azad di nava diruşmên şermezarkirina siyasetên dewleta dagirker de dest pê kir û ber bi rêya sereke ya li naverasta bajarê Kobanê ve çû.

Li Qada Şehîd Egîd meş vegerî mîtîngê û deqeyeke rêzgirtin hat girtin. Piştre cîgirê hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Mihemed Şahîn axivî û wiha anî ziman: "Îro salvegera salane ya êrîşên DAIŞ’ê li ser bajarê Kobanê ye. Bi saya ciwanên wê, bajar ji qirêjiya terorê hat rizgarkirin. Dewleta Tirkiyê bi rêya guhartina demografiya herêmê hewl dide şêniyên resen ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dawî bike, bi taybet bidawîkirina hebûn û çanda Kurdan.”

Mihemed Şahîn wiha bi dawî kir: "Malbatên ku li Efrînê ji hêla dagirkeriyê ve hatin bicihkirin, tu têkiliya wan bi bajarê Efrînê ve nîn e û ew malbatên çeteyên dagirkeriya Tirkiyê ne, li gor pêkanîna hedefên dewleta Tirkiyê dixebitin."

Di dawiya meşê de, beşdaran diruşmên "Na ji dagirkeriya Tirkiyê re", "Em bi te re ne Efrînê", berz dan.

(fr)

ANHA


Mijarên Din