Li Kobanê kesek bi guleya kalashnikov jiyana xwe ji dest da

Li Kobanê dema zarokek bi çeka kalashnikov dilîst, bi guleya ku teqiya bavê wî jiyana xwe ji dest da. Hêzên Asayîşê derbarê mijarê de lêpirsîn da destpê kirinê.

Li taxa Şehîd Kawa ya bajarê Kobanê welatiyê bi navê Abdullah Cuma yê 45 salî jiyana xwe ji dest da. Hate gotin ku Mustefa bi guleya kalashnikovê jiyana xwe ji dest daye.

Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, kurê Abdullah, Mihemed (11) dema bi çeka kalashnikov dilîst guleya wê li bavê wî ket, di encamê de bavê wî jiyana xwe ji dest da.

Hêzên Asayîşê derbarê bûyera ku vê êvarê rû daye, lêpirsîn da destpêkirin.

ANHA


Mijarên Din