Li Kobanê jinekê jiyana xwe ji dest da-HATE NÛKIRIN

Vê sibê li taxa Kaniya Kurdan a li rojhilatê bajarê Kobanê jinekê jiyana xwe ji dest da.

Vê sibê jina bi navê X.X. a 30 salî xwe jiyana xwe ji dest da. Jina navborî di serê xwe de gule xwariye.

Li gorî Nivîsgeha Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn, hêzên ewlekariyê derdora malê girt û têkildarî bûyerê dest bi lêpirsînan bi hin xizmên malbatê re kir.

Li bajarê Kobanê rêjeya bûyerên xwekuştinê yan jî qetilkirina jinan zêde bûye. Li gorî endamên rêveber ên Kongreya Star, li bajêr di sê mehên dawîn de 7 jin hatine kuştin an jî xwe kuştine.

)eh)

ANHA


Mijarên Din