Li Kobanê jinek hat qetilkirin

Duh li Kobanê di malekê de bi çeka kalaşnîkof jinek hat gulebarankirin û di encamê de jiyana xwe ji dest da.

Şeva berê li maleke li taxa Botan Şerqî jina bi navê R.M. (19) hat gulebarankirin û di encamê de jiyana xwe ji dest da.

Nivîsgeha Sûcên Birêxistinkirî ya girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn a herêma Firatê piştrast kir ku lêpirsîn der barê bûyerê de didome. Lê tu agahiyên eşkere li ser kes an jî kesên ev sûc kiriye, tune ne.

Li gorî endamên rêveber ên Kongreya Star di 6 mehên borî de li Kobanê rewşên qetilkirina jinan û xwekuştinê zêde bûne.

(fr)

ANHA


Mijarên Din