Li Kobanê ji malbatên xizan re piştgiriya madî

Desteya Kar û Karûbarên Civakî ya Herêma Firatê,  ji malbatên xizan ên li Kobanê re piştgiriya madî belav kir. Ev alîkarî şêweyek ji şêweyên alîkariyên ku Rêveberiya Xweser ji bo şêniyên herêmê pêşkêş dike, ye.

Desteya Kar û Karûbarên Civakî ya Herêma Firatê ji bo serjimartina malbatên ku hewcedarî alîkariya madî ne, bi hevkariya bi Meclîsa Navçe û Bajarokên Kantona Kobanê re, dixebite. Ev malbaltên xizan ku di bin şert û mercên cûda de nikarin pêdiviyên sereke peyda bikin, bi van alîkariyên madî re dikarin bi dest bixin.

Desteya Kar û Karûbarên Civakî, herwiha daxwaznameyên ji bo alîkariyan jî werdigre ûli gorî derfetên heyî alîkariyê dide  malbatên hewcedar.

Li ser asta kantona Kobanê, hejmara malbatên ku navê wan li cem Desteyê hatine tomarkirin û alîkarî ji bo wan têne pêşkêşkirin, 110 malbat in. 

Desteya Kar û Karûbarên Civakî mehane  50 hezar lîreyên Sûriyê dide wan malbatan. Wekî din jî Deste bi alîkariya aliyên pêwendîdar, pereyên fatûreyên av û eletrîkê, nagire.

Hevserokê Desteya Kar û Karûbarên Civakî ya Herêma Firatê Moro Hesen got: “Em bi alîkariya aliyên pêwendîdar re, pêdiviyên cur bi cur ji malbatên hewcedar re, pêşkêş dikin. Alîkarî wek miqdareke ji pareyan, xizmetguzariyên tenduristî û hin xizmetguzariyên dîtir in. Em xebatên serjimartinê didomîn in, da hejmara malbatên hewcedar tesbît bikin û ew daxwaznameyên pêşkêşkirine jî bi armanca pêşkêşkirina alîkariyan,di ber çavan re derbas dikin.”

(rr/bm)

ANHA


Mijarên Din