Li Kobanê ji bo du şehîdan merasîm hate lidarxistin

Meclisa Malbatên Şehîdan a Kobanê ji bo şervana YPJ‘ê Şirîn Silêman (Tolîn Xebat) a 18‘ê Adara 2018‘an li Efrînê şehîd bibû û gerîlaya YJA-Starê Ciwana Cerade (Delîla Metîna) merasîmeke xiyabî li dar xist.

Merasîm li Goristana Şehîd Dîcle bi beşdarbûna bi sedan şêniyên kantonê hate lidarxistin.

Merasîm ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre ji fermandarên YPJ‘ê Ronahî Kobanê axivî, sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û ev tişt anî ziman: "Berxwedana Serdemê ya Efrînê ya li hemberî alava herî pêşketî ya şer a dewleta Tirk vîna xurt a şervanan diyar kir."

Ronahî Kobanê soza şopandina xeta şehîdan heta rizgarkirina Efrînê da.

Piştre nasnameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatan hatin kirin.

Merasîm bi dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

ANHA


Mijarên Din