Li Kobanê ji ber nepeydabûna dermanê nexweşiya hemofîlî zarokekî jiyana xwe ji dest da

Zarokê 3 salî ji ber tunebûna dermanê nexweşiya hemofîlî û zehmetiya peydakirina wê jiyana xwe ji dest da. Bavê wî bang li aliyên pêwendîdar kir ku derman peyda bikin da ku bûyerên wiha dubare nebin.

Zarokê 3 salî di meha derbasbûyî de di Nexweşxaneya Emel a bajarê Minbicê de ji ber derengmayîna dermanê nexweşiya hemofîlî (xwînrêjî) bijîşkan nikaribû tedawî bikin, jiyana xwe ji dest da.

Zarokê bi navê Mihemed Hebeş piştî sal û nîvekê ji êşa nexweşiyê û hewldanên malbata wî ku derman jê re peyda bikin, gihaşt nexweşxaneya Minbicê. Her derziyek bi 65 dolarê amerîkî dikirîn tevî ku rewşa wan a madî pir xirab bû.

Nexweşiya hemofîlî tê naskinin ku heger cihekî kesên nexweş birîn bibe, xwîn nasekine heta ku derzî lê nekeve û derzî di nava çend rojan de rojane divê were bikaranîn. Gelek caran digihêje 10 derziyan.

Daban Hebeş bavê zarokê ku jiyana xwe ji dest daye, wiha got: "Min Erka Parastinê pêk dianî dema min bi nexweşiya kurê xwe bihîst. Min ji wan re got her tiştî bifiroşin da ku derman jê re peyda bikin. Min erka xwe bi dawî kir û min hewl da derman peyda bikim. Lê em dereng man, heta ku me derman peyda kir û vê yekê jî zêde zirar da kurê min."

Daban Hebeş wiha domand: "Dema her car birîn dibû me derzî jêre dianî û xwîna wî disekinî. Lê cara dawîn diyar bû ku derzî ne baş bû û dema wê derbas bûbû. Min bi rêya bazirganan bi 65 dolaran kirî."

Daban Hebeş bang li aliyên pêwendîdar kir ku derziyên vê nexweşiyê li nexweşxaneyên herêmê peyda bikin da ku bûyer dubare nebe.

Keçeke 4 salî û kurekî nêzî sal û du mehan ên Daban Hebeş hene. Daban Hebeş got kurê wî yê mezin bi nexweşiya hemofîlî ketiye lê tu laporte çênekirine ku vê yekê îsbat bike.

Daban Hebeş diyar kir ku beriya çend mehan kurê wî yê biçûk birîn bû û demeke dirêj xwîna wî nesekinî heta ku baş girêdan. Daban ditirse ku lapotre ji kurê xwe re çêke ji ber heta birîna derziyê dibe ku xwînrêj bi kurê wî re çêbe û heger derman neyê peydakirin dê kurê wî jiyana xwe ji dest bide.

(bx(

ANHA


Mijarên Din