Li Kobanê ji ber kêmbûna mazotê çandinî paş ketiye

Li kantona Kobanê ji ber kêmbûna mazotê bi dehan cotkarên kantonê jeneratorên hilmijên avê rawestandin. Ev jî dibe sedemê avnedana çandiniyê û paşketina çandiniyê.

Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, aboriya xwe bi çandiniyê diborînin.

Cotkarên kantona Kobanê ji ber kêmbûna mazotê zehmetiyan dikşînin. Ji ber ku zirarê li  hilberînên çandinî û zeviyên fêkiyan dike.

Li rex wê jî cotkar semad û dermanên sûka reş bi kar tînin. Ew jî cotkar bi gelek pirsgirêkên re rû bi rû dihêle.

Cotkarê bi navê Mihemed Osman ji şêniyên gundê Dolî li rojavayê kantona Kobanê got: “Ez rojane diçim stasyonên sotemeniyê da ku miqdara pêwîst ji mazotê peyda bikim. Ji bo ku 13 hiktar zeviyê xwe av bidim, lê ez destvala vedigerim.”

Ehmed Zera jî cotkarek ji gundê Iwênê yê ku bi 35 km li rojavayê kantona Kobanê ye diyar kir ku ew xwediyê 7 hiktarên ku bi darên sêv û mişmişê çandine ye. Ji ber tunebûna dermanên bi sûd di nav sûkan de tevî bihabûna wê û kêmbûna zêde ya mazotê zehmetiyan dikşîne.

Li rex wê jî bi dehan cotkarên kantonê ji ber kêmbûna zêde ya mazotê jeneratorên hilmijên avê yên ku pê zeviyên xwe av didan rawestandin. Ji ber wê zeviyên hinek gundan ji avî veguherîn bejî.

Di vî warî de rêveberê sotemenî yê kantona Kobanê Mesûd Bozî got mijara mazotê dirêj kir û sedem vegerand ku Rêveberiya Sotemenî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê miqdarên ku xwestine ji wan re pêşkêş nekirine.

Bozî wiha domand: "Me 13 milyon lître mazot xwest lê me tenê 11 milyon lître mazot wergirt. Ev kêmbûn bandor bi awayekî neyînî li cotkaran dike."

Rêveberê giştî yê Sotemenî yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sadiq Emîn El-Xelef bi rêya telefonê ji ajansa me re axivî û got: “Em niha bi rêya nirxandinekê hewl didin zeviyên çandiniyê di mewsimên havîn û zivistanê de û yên ku bi daran hatine çandin bijmêrin, da ku miqdarên pêwîst ji mazotê ji wan re diyar bikin.”

Girêdayî dermanên bê sûd ên ku cotkar ji sûkan dikirin endezyar Mihemed El-Dexîl rêveberê Şirketa Pêxistina Çandinî ya herêma Firatê got: “Em hewl didin dermanxaneyek çandinî navendî ava bikin. Ew jî wekîlê taybet ê Şirketa Fabko ya cîhanî ye.”

El-Dexîl wiha domand: "Di nav sûkên Sûriyê de bi giştî madeyên bê sûd hene. Ji ber wê em hewl didin şaxekî şirketa cîhanî vebikin ji bo ku dermanên bi sûd ji cotkaran re pêşkêş bikin."

El-Dexîl bang li tevahiya cotkaran kir ku bila ji semad û dermanên di nav sûkan de baldar bin û tekez kir ku Şirketa Pêşxistina Çandiniyê ji dermanên ku wekîlê Şirketa Fabko li kantona Kobanê difroşe berpirs in.

Pirsgirêka tunebûna sotemeniyê bandorê li gundên ser beravên Firatê ku dikevin  rojavayê bajarê Kobanê kir. Hinek ji wan gundan ev in; Bistik, Dirb El-Nûb, Kobilk, Bîr El-Los, Dirbazînê jêrîn, Zirk, Tahlik, Sêf Elî, Dadlî, Deşta El-Awasî, Iwênê, Îlacaq, Boraz, Qibê, Caide û navçeya El-Qenaya.

Cotkarên ku ji ber vê pirsgirêkê quta wan kêm bûye, li benda Rêveberiya Xweser in ku vê pirsgirêkê çareser bike.

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din