Li Kobanê ji ber bihabûna kel û pelan tevgera avahîsaziyê lawaz bû

Li bajarê Kobanê tevgera avahîsaziyê gelekî kêm bû û dike raweste. Şênî jî banga çareseriyê dikin da ku avahîsazî ji nû ve geş bibe û rê li pêşiya bêkariyê bê girtin.

Bajarê Kobanê bi geşbûna xwe ya ji nişka ve navdar e, piştî wêraniya ku di dema DAIŞ`ê de çêbû û şerê dijwar di dirêjahiya 4 mehan de.

Tevgera avahîsaziyê piştî destwerdana dewleta Tirk li dijî bajarên Girê Spî û Serêkaniyê di encama gefên ewlehiyê de û qutkirina rêya bazirganiyê ya M4, rawestî. Piştî derbasbûna gelek mehan di ser dagirkirina wan bajaran re, gelo sedemên rawestandina vê tevgerê çi ne?

Xwediyên avahiyan diyar kir ku tevgera avahîsaziyê ji ber bihabûna zêde ya madeyên avakirinê rawestiye.

Avahîsaz Elî Ehmed Derwîş got madeyên avakirinê gelekî biha ne. Buhayê wan bi bi dolar ve girêdayî ye, ger dolar bilind bû, buha jî biha dibin. Lê ger nirxê dolar daket, madeyên avakirinê bi heman buhayê xwe yê biha têne firotin.

Derwîş wiha domand: “Ez nikarim odeyekê bigirim, ji ber ku gelek biha ye û lêçûna wê digihêje 4 hezar dolarî yanî 10 milyon lîreyên Sûriyê. Buhayê toneke çîmento 81 dolar e, yanî 200 hezar lîreyên Sûriyê.”

Der barê heman mijarê de Abdullah Elî avakerek ji bajarê Kobanê ye, got: “Avakirina berê gelekî baş bû. Lê niha made biha ne. Buhayê tûrikê çîmento digihêje 10 hezar lîreyên Sûriyê. Her metrekabikek qûm an jî kevir digihêje 7 hezar lîreyên Sûriyê.”

Abdullah wiha pê de çû: “Berê me karker ji derveyî Kobanê dianî, ji ber ku karker di nav bajêr de nedihatin peydakirin. Lê îro ji ber paşdeçûna tevgera avakirinê, piraniya şêniyan bê kar mane.”

Abdullah di dawiyê de bang li aliyên têkildar kir ku nirxê dolar di nav sûkan de kontrol bikin. Abdullah hêvî dike ku aliyên têkildar karibin buhayê madeyên avakirinê kêm bikin û kontrol bikin. Li gorî gotinên Abdullah tona hesin di nav sûkê de derdora 700 dolar e.

Pirsgirêkên li ser astên siyasî, ewlehî û leşkerî yên li herêmê rû didin, hemû bandorê li tevgera avahîsaziyê dikin. Lê pirsgirêka bihabûna madeyên avakirinê, sedema sereke ya rawestandina vî warî ye.

(şx)

ANHA


Mijarên Din