Li Kobanê jî bi hezaran kes daketin qadan

Li Kobanê jî bi hezaran kes daketin qadan û gefên dewleta Tirk ên bi armanca  dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.

Berketên gel ên li dijî dewleta Tirk a dagirker zêde dibin. Bi hezaran şêniyên katona Kobanê li qada Jina Azad a navenda bajar kom bûn û gefên Tirkiyê bi tundî şermezar kirin.

Şênî ji qada Jina Azad heta qada Aştî ya nêzî deriyê sînorê bi Tirkiyê re meşiyan.

Di meşê de wêneyên şehîdan û pankartên "Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk ne",  "Dagirkeriya Tirkiyê hebûn û çanda kurdan tine dike", "Ji bo Rojava serî hildin û ji Osmaniya nû re na" hatinbûn hildan.

Hevserokê Meclisa Kantona Kobanê Mustefa Êto xwepêşandêr muxateb girt û got: "Ev sekna we peyameke girîng diyar dike, hûn bagewazên aştiyê ne û dixwazin nirx û destkeftiyên şehîdên xwe biparêzin."

Êto îşaret bi gefên Tirkiyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û got hikûmeta Tirkiyê dixwaze bi milyonan sûriyan koçber bike mîna ku bi serê Efrînê de anî.  Êto anî ziman kuî "Em di wê baweriyê de ne ku dê gelê herêmê rê need hêzên wehşî ku jiyana wan xirab bike."

Mustefa Êto got, tekane berxwedan rêya wan a parastina destkeftiyan û bang li civaka navdewletî kir ku erka xwe ya mirovî li hemberî gefên Tirkiyê pêk bîne, her wiha dive cîhan û gelên li her çar parçeyên Kurdistanê Ii dijî Tirkiyê rabin serhildanan.

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a herêma Firatê Lemîs El-Ebdullah banga serhildana li hemberî dagirkeriya Tirk li gelê herêmê kir.

ANHA


Mijarên Din