Li Kobanê hezkiriyekî mîrateya kurdî

Di nava gengeşeya li kolanên bajêr û avahiyên nû de, her wiha di nava lezbûna jiyanê de hezkirina wî ya ji mîraseya kevnar re xaniyekî axîn li baniya mala xwe ava kir.

Welîd Şêxo ji bajarê Kobanê ye û gelek behre li gel wî hene û di gelek karan de dixebite. Welîd ji mîraseya kurdî ya resen hez dike. Li ser vê yekê nimûneya gundekî biçûk li jora xaniyê xwe çêkiriye.

Welîd û kurê xwe di xwaringeheke biçûk a çêkirin û firotina "felafil" de li sûka pîşesazî ya li taxên bakurê bajarê Kobanê dixebitin. Ev xwaringeh jêdera debara malbata wî ye. Welîd piştî ji xwaringehê vedigere, di karên dîtir de wekî çêkirina tenbûr, fîleyên qeleya gogê û hesinkarî de dixebite. Her wiha gelek  behreyên wî yên werzîşî hene.

Welîd dibêje ku wî temenê xwe di werzîşê de derbas kiriye û anî ziman ku beşdarî gelek turnuvayên fotbolê bûye.  Welîd wiha pê de çû: “Min dixwest beşdarî turnuvayan bibim. Lê ji ber gendeliyan endamên hikûmeta bere, ez nehatim beşdarkirin. Ez ê hewl bidin zarokên xwe di warê ku dixwazin de bigihînim serkeftinan.”

Tişta herî balkêş ku Welîd çêkiriye, nimûneya gundekî biçûk li jora mala xwe ya li bajarê Kobanê ye. Ev miras jiyana gundan vedibêje. Xanî odeyeke ji kelpîçan e, li jora wê şeklê qubeyekê ye ku vedigere mîraseya kurdî ya kevnar û li derdora wê darên berhemdar hene.

Tişta ku di vê nimûmeyê de balê dikşîne, bîr e. Welîd di vir de minwera taybet bi avahiyên gelek qat bi kar aniye û depoyeke avê ji jêr anku di minwerê de daniye ku rengê bîrekê dide der. Bi werîs û dewlikeke kevnar avê ji bîrê dikişîne.

Welîd hêvî dike ku zarokên wî derfetên karên ku dixwazin bi dest bixin û mîna pê re çêbûye bi zarokên wî re çênebe.

(bb)

ANHA


Mijarên Din