Li Kobanê Festîvala Şehîd Stêrvan pêk hat

Bi boneya salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê û di bin dirûşmeya "Deryayê hunerê û azadiya jinên ciwan" Yekitiya Jinên Ciwan festîvalek bi navê Şehîd Stêrvan a jinên ciwan li bajarê Kobanê lidar xist.

Îro çalakiyên festîvala Jinên Ciwan li bajarê Kobanê pêk hat. Festîval li daristana Kobanê ya li aliyê rojavayê bajêr hate lidarxistin. Bi sedan kes ji herêma Firat û Minbicê tevlî festival bûn.

Festîval bi gelek axaftinan dest pê kir. Di nav de bi navê endama Rêveberiya Kongreya Star Almaz Romî axivî û salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê li Rojava pîroz kir û bang li jinên Kurd û hemû jinên cîhanê kir ku beşdarî rêvebirina civakê bibin û di qadên jiyanê de xwe birêxistin bikin.

Paşê ji fermandên YPJ`ê Mizgîn Kobanê axivî û serkeftinên ku jinan di Şoreşa 19`ê Tîrmehê de bidest xistin, pîroz kir û soz da ku ew ê tekoşîna xwe heta rizgarkirina hemû jinan û parastina wan nû kir.

Piştî axaftina bidawî bûn, komên hunerê di nav de koma Kevana Zêrîn a dîlana folklorî û koma Şehîd Viyan Peyman a stranan, berhemên xwe pêşkêş kirin.

Her wiha di festîvalê de cil û bergên folklorî yên jinên herêmê ji Kurd, Ereb û Çerkes hate pêşandan.

Di festîvalê de her wiha dayîkan xwarinên kevn ên Kurdan pêşandan, her wiha turnuveya fotbolê ya jinan hate lidar xistin.

Festîval dê heta seat 10`ê êvarê dewam bike, tê payîn ku festîval li bajarê Tebqa û Qamişlo jî bê lidarxistin.

(jo)

ANHA


Mijarên Din