Li Kobanê du şehîd hatin oxirkirin û nasnameya du şehîdan hatin eşekerekirin

Bi sedan şêniyên kantona Kobanê cenazeyên 2 şehîdên QSD`ê, Mihemed Bekî (Kendal Kobanê) û endamê Hêzên Ewlekariya Hindirîn Îbrahîm Elî oxir kirin û nasnameya du şehîdên din jî hatin eşekrekirin.

KOBANÊ

Bi sedan welatiyên Kobanê û gundewarên wê cenazeye du şehîdên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), Mihemed Bekî (Kendal Kobanê) yê ku di Şerê Tinekirina Terorê de li Dêrazorê şehîd bûye û endamê Hêzên Ewlekariya Hindirîn Îbrahîm Elî yê dema bi erka xwe ya leşgerî radibû şehîd bû spartin axê. Şehîd li goristina Şehîd Dijle hatin definkirin. Her wiha nasnameya şehîd Merwa Welîd(Viyan Avaşîn) ya ku di 16`ê Mijdara 2017’an de li Amedê gihêşt asta şihadetê û Mihemed Ehmed (Çekdar Efrîn) yê ku di 12`ê Adara 2018’an de li gundê Qere Tepê yê bajarê Efrînê gihêşt asta şihadetê eşkere kirin.

Merasim bi torena leşkerî destpêkir.

Piştre endamê rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hindirîn ê herêma Firatê Deham Derwîş axifî û got: "Şehîd Îbrahîm şervanekî fedekar bû. Çi jê dihat xwestin bi dilxweşî ji bo azadiya gelê xwe kar dikir. Ji bo wê jî em dibêjin bila serê hemû malbatên şehîdan û Rêber APO sax be.”

Piştre bawernameyên şahadeta şehîdan hat xwedin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Şehîd di nava drûşmên ‘Şehîd Namirin’ û tîlîliyên dayîkan de spartin axê. (sn hk)

ANHA


Mijarên Din