Li Kobanê dîmenên Rêya Kadiz

Dema ku mirov li Kobanê wêneyên galaksiya Rêya Kadiz temaşe dike, xweza û asîman bi hevre bi melodiyek bêdeng rê hildide û mirov di nava xewn û xeyalan de mest dike.

Di navbera Gulan û Cotmehê de li piraniya deverên cîhanê wêneyên galaksiya Rêya Kadiz yên herî sade têne kişandin. Wênekêş dûrî herêmên niştecihbûnê diçin da ku ji ronahiya lembeyan xilas bibin û wêneyên herî xweşik bikişînin.

Dema ku mirov di êvareke lal û bê deng de li şopa kadiz temaşe dike, hest serobinê hev dibin. Li aliyekî xweşikbûyîna asîman li aliyekî bedengiya şevê di nava xeyn û xeyalên welat de gerînokek despê dike.

Li asîmanan çiruskên agir û şopa kadiz weke wêneye ke ku straneke bi melodiya bêdeng xwe dide guhdarkirin di nava xewn û xeyalên mirov de rê hildide.

(bx)

ANHA


Mijarên Din