Li Kobanê diyardeya girtina rêyan zêde bûye, şênî jî bi gazinc in

Qarbalexa li peyarên bajarê Kobanê û girtina rêyan ya bi armanca avahîsaziyê ji şêniyan re bûye cihê aciziyê. Şênî diyar dikin ku ew di çûn û hatina di nava taxa de astengiyan dikşînin û banga çareserkirina vê diyardeyê li aliyên têkildar kirin.

Ev demeke li bajarê Kobanê pirsgirêka qarbalexa li peyarên bajêr û girtina rêyan derketiye. Ev yek bûye cihê aciziya welatiyan ku di cûn û hatinê de zehmetiyan dikşînin û hin caran jî dibe sedema qezayên trafîkê.

Pirsgirêka girtin anku qarbalexa li peyarêyan ji hêla xwediyên dikanan ve dest pê dike ku firoşyarên xwe li pêş dikanên xwe datînin. Ew jî binpêkirineke qanûnî ye. Ji ber peyarê ji bo çûn û hatine welatiyan.

Pirsgirêk hê zêdetir dibe di dema ku xwediyên dikanan tiştên bazariyê datînin li ser rê de piştî ku temamî peyarê bi kar anîn. Ev pirsgirêk li gel xwediyên endustiriyê tê dîtin. Şaredarî jî bergiriyekê ji vê pirsgirêkê re danayne ku bûye cihê acizî û giliyên şêniyan.

Ev ne pirsgirêka yekane ye ku astengiyê li pêşiya çûn û hatine şêniyan di nava taxên bajêr re çêdike. Lê belê pirsgirêkeke dîtir heye ku di dema lêkirina avahiyan de rê di demeke dirêj de tê girtin. Di vê rewşê de jî şaredarî ruxsetê dide van kesan da ku rewabûna girtina rê bi dest bixin.

Şêniyê bi navê Ehmed Temek hem ji paton e û hem jî mûtehîd e ku çavdêriya karê avahiyan dike. Ehmed li ser vê mijarê got ku şaredariya ruxseta lêkirinê daye wî, dibe ku projeya wî ya lêkirinê bi mehan dirêj bike yan jî salekê bidome.

Hin kesên din jî dibêjin ku aliyekî rê ji bo çûn û hatina welatiyan hebe jî baş e.

Ji aliyekî din ve jî hin xwediyên avahiyan dibînin ku divê şaredarî çavdêriyê li kesên ku dibin sedema girtina rêyan, bikin û tekez kir ku dikarin bêyî tu astengiyan avahiyên xwe lêbikin.

Şêniyan jî ji ber ê diyardeya acizbûna xwe tînin ziman ku êdî bûye pirsgirêkeke rastîn di dema ku ew di nava bajêr re digerin. Her wiha şêniyan bang li aliyên pêwendîdar kir ku ji vê bûyerê re sînorekî deynin.

Henan Mislim ji bajarê Kobanê got ku girtina peyarê û rêyan çewt e û bang li şaredariya gel kir destwerdanê bikin da ku sînorekî ji vê bûyerê re dabîn bikin û wiha lê zêde kir: "Nabe peyarê li pêş çûn û hatinê bê girtin."

Lê xwediyên dikanan jî diyar kir ku heke piranî made di hundir de bimînin wê xirab dibin û îşaret pê kir ku germahiya havînê û tengbûna dikanan dihêle piranî firoşyariyên wan bi taybet zebze xirab bibin.

Şahîn Cemal Kalo xwediyê firotina sezbeyan e da zanîn ku ew neçar e sebzeyê xwe deyne li ser peyarê da ku xirab nebe. Şahîn tekez kir ku şaredarî bi vê yekê nasdar e û ji bona wê baca bikaranîna peyarêyan ji bazirganiyan dibe.

Şaredarî bacan li xwediyên dikanên ku peyarêyan bi kar tînin ferz dike. Lê ew jî bi şerta ku xwediyê dikanan derfeta çûn û hatinê herî kêm mitrek û 20 cm bihêlin.

Li gorî rêveberê Komîteya Zabîteyê ya şaredariya Kobanê Ferhad Mihemed e heka bazirgan giştî peyarê bi kar anî, tê muxalifkirin.

Ferhad Mihemed wiha li ser gotina xwe zêde kir ku zabîte kesên peyarêyan bi giştî bi kar tînin, muxalefe dike.

Baca mehane li gor bikaranîna peyarê ye. Lê kesên tevahî peyarê bi kar anîne beyî ku rûberekê ji çûn û hatinê re bihêle, tên muxalefekirin. Di 2 carên destpêkê musalefe tenê madî û hişyar kirine. lê heke hat dubarekirin û car bûn 3’ê tiştên bazirgan tên desteserkirin.

Di vê derbarê de Ferhad Mihemed diyar kir ku zabîte rojane gerên li kolanan pêk tînin û kesên binpêkirin kirin, muxalafe dike.

Di nava axaftina xwe de Mihemed bang li şêniyan kir ku alîkariya şaredarî bikin da ku dîmenekî xweş bidin kolanên bajêr. Her wiha jî îşaret pê kir ku zabîte heke şêniyan alîkarî nekir bi tenê bi vê bûyerê nikare.

Ferhad Mihemed anî ziman: " Di demên pêş de dê gerên me li gel Hêzên Ewlekariya Hundirîn pêk werin da ku bi temamî dawî li vê diyardeyê bînin û kesên derqanûnî muxalefe bikin."

Ev bûyer jî ya li bajarê Kobanê bi sedema tevger lêkirina avahiyan û geşbûna bazirganî û endustiriyê tê. Ji ber ji herêmên herî ewle û aram li Sûriyê ye.

(fr)

ANHA


Mijarên Din