Li Kobanê dewriyên hevbeş hate destpêkirin

Polîsên leşkerî yên Rûsya û artêşa Tirk a dagirker li ser sînorê kantona Kobanê dest bi yekemîn dewriya xwe kirin.

7 panzêrên polîsên leşkerî yên Rûsya ber bi gundê Maris Meylê(Merc Îsmaîl)ku 7 km rojhilatê bajarê Kobanê ye ve çûn û li wir li benda 7 panzêrên artêşa Tirk a dagirker man. Piştî çend beşk ji dîwar hate rakirin, polîsên leşkerî û artêşa Tirk a dagirker  dest bi dewriya xwe ya hevbeş kirin.

Dewrî serenserî sînorê Sûriyê-Tirkiyê digere û ber bi rojhilat ve diçe. Dewrî dê di nava gundê Qeremox ê ku 16 km dikeve rojhilatê Kobanê ve biçe.

Li gorî hevpeymana rûsî-dewleta Tirk a dagirker a li Sochi di 22 Cotema derbasbûyî de hate mohirkirin, li Kobanê ev yekemîn dewriya hevbeş tê pêkanîn.

 Li gorî hevpeymana Sochi divê dewrî derveyî bajarê Qamişlo, kûrahiya 7 km li seranserî sînorê Sûriyê-Tirkiyê bigere.

Her wiha dewriyên hevbeş ên li Bakurê Sûriyê roja înê ango 2 Mijdarê li navçeya Dirbêsiyê ya herêma Cizîrê destpê kir.

(eh)

ANHA


Mijarên Din