Li Kobanê desteserkirina şaredariyan hate şermezarkirin

Şaredariyên Gel a Kobanê bi meşeke bi wesayîtan desteserkirina şaredariyên bajarên mezin Amed, Mêrdîn û Wan ji aliyê hikumeta AKP‘ê ve şermezar kir.

Şaredariyên Gel ên kantona Kobanê bi meşeke bi wesayîtan nerazîbûn nîşanî desteserkirina şaredariyên Amed, Mêrdîn û Wan ên Bakurê Kurdistanê ji aliyê hikûmeta AKP‘ê ve dan.

Di çalakiya bi dirûşma "Ji siyasetên Erdogan ên li dijî hevşaredarên Bakurê Kurdistanê re na" hatibû lidarxistin de bi sedan endamên saziyên sivîl, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û partiyên siyasî tevlê bibûn.

Meşa ji dihan wesayîtan ve pêk dihat, ji qada aştiyê ya bajarê Kobanê dest pê kir, piştî li kolanên sereke yên bajêr gerî li gundê Elîbelor ê rojavayê bajêr rawestiya.

Li vir endamê Meclisa Şaredariyên Gel a bajarê Kobanê Dilxwaz Necîb Ehmed axivî. Ehmed siyasetên dewleta Tirk a dagirker a li dijî gelê Bakurê Kurdistanê û desteserkirina şaredariyan şermezar kirin.

Ehmed piştgiriya xwe bi gelê Bakurê Kurdistanê re anî ziman.

Hevserokê Meclisa Şaredariyên Gel a herêma Sirîn Mustefa Muslim jî axivî, bal kişand ku projeya netewa demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê projeya aştî, demokrasî û biratiya gelan e, niha Erdogan û desthilatdariya wî hewl didin vê projeyê têk bibin.

Mustefa di dawiya axaftina xwe de desteserkirina şaredariyên Bakurê Kurdistanê şermezar kir û piştgiritiya xwe bi hevşaredaran re ku bi deng û  îradeya gel hatin hilbijratin anî ziman.

Çalakî bi berzkirina dirûşmên silavkirina berxwedana Bakurê Kurdistanê bi dawî bû.

ANHA


Mijarên Din