Li Kobanê.. çûn û hatina kehrebê, zirarê dide şêniyan

Di demên dawî de hin xetên kehrebê di stasyonên Bendava Tişrînê de derketin û bê istiqrarbûn di kehrebê de çêdike, ku amûrên kehrebê yên malan dişewitin, dibe sedem ku welatî zirarê bibînin.

Di demên dawî de, seatên kehrebê ku stasyon li bajar û gundên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav dike, baş bû, lê tenê pirsgirêkek ji şêniyan re çêbûye.

Tevî vê baş bûnê, ne îstiqrara enerjiya kehrebê û qutbûna wê di seatên ku didin welatiyan de, aciziya sivîlan çêdike. Şênî hêvî dikin aliyên berpirs vê pirsgirêkê çareser bikin.

Şêniyên kantona Kobanê bi giştî gazinan ji vê pirsgirêkê dikin, ji ber di qutbûna kehrebê û ne îstiqrara wê de, hin alavên malan xirab bûn e. Hin caran dema kehrebe bihêz tê, amûrên malê wê ranake û hin caran pir zeif tê, ku kes nikare amûrekê pêxe. Di herdu rewşan de jî amûr xirab dibin.

Bajarên Bakurê Sûriyê li ser 3 bendavan kehrebê digirin, ew jî bendava Tişrîn, bendava Firat û bendava El-Hûriyê, her wiha stasyonên ku li herêma Cizîrê hene.

Xelîl Ibrahîm ji şêniyê gundê Taşlûgê başûrrojhilatê bajarê Kobanê ye. Ibrahîm got: "Min ev tirans (Mûnezem) a ku enerjiya kehrebê rêxistin dike, bi 70 hezar LS kirî. Beriya demekê ji ber bê îstiqrara kehrebê şewitî."

Ibrahîm wiha got: "Ev ne cara yekê ye, ev cara 4 ne ku tirans dişewite."

Xelîl Ibrahîm destnîşan kir ku kehrebe dadikeve 180 û ji nişkava radibe 300. Ibrahîm got: “Ne tenê tirans dişewite, hemû amûrên malê dişewitin. Di mala min de 3 perwane şewitîn."

Rêveberiya Bendava Tişrînê dibêje ku sedema vê yekê ji ber dûrbûna rêya di navbera bendav û bajaran de ye. Endamê Rêveberiya benda Tişrînê Welat Derwîş jî diyar kir ku dirêjiya rê û tinebûna xeta rast ji bendavê heta bajarê Kobanê sedema vê xirabbûnê ye.

Derwîş got: “Ji ber girêdana hersê bendavan bi hev ve, dibe sedema xirabbûna kehrebê. Dema xirabûn di parçeyekî de çêdibe, dibe sedem ku di parçeyên de jî çêdibe. Divê stasyonek di navbera xeta Kobanê û Tişrînê de hebe, da ku rêya zêde di navbera herdu de bê derbas kirin. Dirêjiya rê di navbera xetên kehrebê de  navbera bajêr û bendavê divê 60 kîlo metre be. Lê xeta di navbera bajêr û bendava Tişrînê de zêdetirî 70 kîlo metre ye."

Der barê mijarê de, Derwîş destnîşan kir ku sedema din ew e ku xeta tê Kobanê, kehrebê dide herêma Sirînê jî beriya ku bide Kobanê, ev yek jî bandora neyînî li ser hêz û lezbûna tê xwestin heta Kobanê dike.

Welat Derwîş di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Divê xeteke rast di navbera kantona Kobanê û bendava Tişrînê bê girêdan, da ku kehrebe  bi îstiqrar be."

Xuya dike ku niha li gel Rêveberiya Bendavan derfeta çareserkirina pirsgirêka bê istiqrarbûna kehrebê tine ye, di demeke ku şênî li benda Rêveberiyê ne ku çareseriyekê ji pirsgirêkê re deynîn.

(jo/bm)

ANHA


Mijarên Din