Li Kobanê cenazeyên 4 şehîdên Berxwedana Rûmetê hatin veşartin

Bi sedan şêniyên kantona Kobanê cenazeyê 4 şehîdên Berxwedana Rûmetê li Goristana Şehîd Dîcleyê spartin axê.

Cenazeyên şervanên QSD‘ê  Ehmed Oso (Berxwedan Qomelx), Abdullah Qadir ( Birûsk Kobanê) Merwan Tirkî (Merwan) û Agir Amed (Zûhat) yên ku li gundewarê Girê Spî di çarçoveya Berxwedana Rûmetê de ya bersivdayîna êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê şehîd bibûn, bi merasîmeke girseyî li goristana Şehîd Dîcleyê hate veşartin.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre Serokê Buroya Parastinê ya herêma Firatê Nebo Temo. Temo sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got: "Şehîd bi fedekariyên xwe pire ava dikin ji bo ku bighêjin rêya serkeftin û aştiyê. Divê em li dû şehîdên xwe bin û li hember êrişkerê ku hewl dide ewlehiya herêmê bihejîne bisekinin. "

Ji aliyê xwe ve endama Kongreya Star Rohat Mela got: "Ev welat di nav ewlehiyê de bû û artêşa Tirk a dagirker hewl dide vê ewlehiyê binpê bike. Lewra em nahêlin wisa bike û em ê berxwedana xwe berdewam bikin."

Piştre wesîqeyên şehadeta şehîdan ji hêla Meclisa Malbatên Şehîdan ve hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Cenazeyên şehîdan di nava dirûşme û tilîliyên dayikan hatin veşartin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din