Li Kobanê bîranîna şehîdan

Meclisa Jinan a Sûriyê di çarçoveya pêngava bi boneya Roja Aştiyê ya Cîhanê de, mersîma bîranîna şehîdên komkujiya Kobanê li dar xist.

Di merasîma bîranînê de bi dehan şêniyên bajarê Kobanê, malbatên şehîdan, endamên saziyên sivîl, rêveber û endamên Meclisa Jinan a Sûriyê, beşdar bûn .

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Dûvre rêvebera Meclisa Jinan a Sûriyê Emel Ehmed tevahî şehîd bi bîr anîn û wiha axivî: "Bi boneya Roja Aştiyê ya Cîhanê, me hemleyek ji çalakiyan dest pê kiriye. Jê jî bîranîna şehîdan di vê boneyê de ye."

Piştre endama Komîteya Têkiliyan a Meclisa Jinan a Sûriyê Leyla Abduxenî axivî û hêvî kir ku li tevahî Sûriyê û cîhanê aştî pêk were, şer û kuştin bi dawî bibe û gel jiyaneke azad û rûmet jiyan bikin. Her wiha bang li civaka navdewletî kir ku bi cidî ji bo bidwaîkirina şer û pêkanîna aştiyê li şûna wê, bixebitin.

Piştre beşdaran serdana gorên şehîdên komkujiyê ya li rojavayê bajarê Kobanê kir û mûmên bîranînê pêxistin.

(fr)

ANHA   


Mijarên Din