Li Kobanê 3 şehîdên Berxwedana Rûmetê hatin veşartin

Bi sedan şêniyên kantona Kobanê, cenazeyê 3 şehîdên Berxwedana Rûmetê li Goristana Şehîd Dîcle spartin axê.

Bi tevlîbûna bi sedan kesî cenazeyên şehîdên Berxwedana Rûmetê Xerîb Îsmaîl (Tamir Zagros), Mehmûd Hero (Bakur Kobanê) û Ebdullah Neasan (Kendal Jiyan) bi merasîmekê li Goristana Şehîd  Dîcle ya bajarê Kobanê hate veşartin.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Hevserokê TEV-DEM`ê ya Herêma Firatê Ebdulrehman Demir axivî, di serî de, sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest.

Ebdulrehman Demir wiha domand:‘‘ Em rojane bi dehan şehîdan oxir dikin, ev wê yekê diyar dike ku em li ber xwe didin û em ê li hemberî dagirkeriya Tirk a faşîzim a li ser xaka me  serkeftinê bi dest bixin.‘‘

Demir di dawiya axaftina xwe de, soza şopandiya rêya nû kir.

Malbatên şehîdan jî axivîn, gotin ew bi şehadeta zarokên xwe serbilindin , ji ber ku rêya kerametê hilbijartine.

Bi navê Kongreya Star Semîra Xelîl serasxî ji malbatên şehîdan re xwest û gotin, xwîna şehîdan vala naçe.

Piştî axaftinan Meclîsa Malbatên Şehîdan nasnameyên şehîdan xwendin û radestî malbatan hatin kirin.

Cenazeyên şehîdan di nava dirûşme û tilîliyên dayikan hatin veşartin.

(rr)

ANHA


Mijarên Din