cenazeyên şervanên QSD‘ê Mihemed Nûrî Otkon (Çetîn Pirsûs), Arcan Ceblak (Azad Mele Zikret) û Mihemed Hesê yên ku di Berxwedana Rûmetê ya li dijî êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê şehîd bûne ji aliyê bi sedan şêniyên kantona Kobanê ve li Goristana Şehîd Dîcle hatin veşartin.
Merasîm bi deqeya rêzgirtin a bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê destpê kir. Paşê endama Koordînasyona Kongreya Star a Kobanê Almaz Romî axivî û fedekariyên QSD‘ê yên ji bo pêkanîna aştiyê û parastina herêmê ji dagirkeran destnîşan kirin.
Almaz bal kişand ser girîngiya hevgirtina gelên herêmê li dijî êrişên dagirkeriya Tirk û banga xwedîderketina li destkeftiyên şehîdan kir.
Hevseroka Desteya Tenduristiyê ya Kantona Kobanê Hedla Hesen jî got: "Dewleta Tirk a dagirker li dijî gelên herêmên sûcan pêk tîne û hemû qanûnên navdelwetî binpê dike. hovîtiya dagirkeriya Tirk gihişt asta ku tîmên tenduristiyê yên li herêmên şer bike hedef."
Meclisa Malbatên Şehîdan nasnameyên şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kirin. Her wiha nasnameya şehîdê Berxwedana Serdemê Armanc Avareş û xebatkarê tenduristiyê Mihemed Seydî yê ji aliyê çeteyan ve li Girê Spî hate qetilkirin, hatin eşkerekirin.
Şêniyan di nava dirûşmeyên "Şehîd namirin" cenazeyên hersê şehîdan spartin axê.
ANHA