Li kantona Şehbayê sererastkirina rêyan

Şaredariya Gel a herêma Efrînê dest bi projeyeke nû ya xizmetguzariyê kir. Proje ji zîftkirina rêyên sereke û nesereke yên kantona Şehbayê pêk tê û tê payîn ku di meha bê de bi dawî bibe.

Tevî derfetên kêm, Şaredariya Gel a herêma Efrînê dest bi zîftkirina rêyên kir. Li ser vî esasî rêya di navbera Ehres û Til Qerahê de bi dirêjahiya 4 km û bi firehiya 6 m zîft kirin, her wiha îsfelt lê hate reşandin.

Binesaziya kantona Şehbayê di pêvajoya aloziya Sûriyê de wêrankirî bû û piştî rizgarkirina herêmê ji çeteyên DAIŞ`ê, şaredariyê yekser dest bi sererastkirina rêyan kir.

Piştî zîftkirina rêyan bi dawî bû, Şaredariya Gel pêşniyara sererastkirina rêya sereke ya navçeya Kefernayê, sererastkirina konçalên rêyên sereke yên kantona Şehbayê kir.

Şaredariya Gel gelek caran projeya sererastkirina gelek rêyan danî û heta dest bi kar jî kir, lê ji ber topbaranê xebata sererastkirinê dihat rawestandin.

Têkildarî mijarê hevserokê Şaredariya Gel a herêma Efrînê Mihemed Elo ji ajansa me re axivî. Elo got di encama şer de binesaziya herêmê xera bû, ji ber vê yekê wan li kantona Şehbayê dest bi proseya zîftkirin û sererastkirinê kir.

Mihemed Elo di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser êş û azara di pêvajoyê de kişandine û wiha anî ziman: "Bi derfetên kêm, em alîkariya şêniyên Efrînê yên ji ber êrîşên Tirkiyê li ser Efrînê neçarî koçberkirinê bûn, dikin."

(eh)

ANHA


Mijarên Din