Li kantona Şehbayê ji bo roja sporê amadekarî tên kirin

Yekîtiya Sporê ya herêma Efrînê bi hevkariya rêveberiya kampa Serdem, ji bo rêxistinkirina rojeke sporê li kampê, xwe amade dikin.

Yekîtiya Werzîşê ya herêma Efrînê bi rêya rêxistinkirina gelek çalakiyên sporê, tevgera sporê li kantona Şehba û kampan, rêxistin dike.

Yekîtiya Werzîşê bi hevkariya rêveberiya kampa Serdem xwe amade dike, da ku roja sporê li kampê lidar bixin. Dê di roja spore de maç û gelek pêşbirk hebin.

Di roja sporê de, dê 800 heta hezar lîstikvan ku temenê wan ji 14 heta 55 salî beşdar bibin. Dê lîstikvan 3 rojan li stada mezin a li aliyê başûrê kampê bi rêveberiya pisporekî ji endamên Yekîtiyê ve, bêne perwerdekirin.

Hevserokê Yekîtiya Lîstikên Ferdî ya girêdayî Yekîtiya Werzîşê ya herêma Efrînê Mihemed Elî Mihemed got: “Yekîtî piştî ku hemû beşdar bêne perwerde kirin, dê roja çalakiya sporê diyar bike.”

Tê payîn ku çalakiyên sporê li gelek navçe, gund û kampên kantona Şehbayê bêne lidarxistin.

ANHA


Mijarên Din