Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Ebdurlrezaq Ehmed axivî û got: “Şehîdan ji bo ku jiyaneke bi rûmet di welatekî aram û ewle de peyda bikin, canê xwe feda kir.”
Ehmed destnîşan kir ku bi saya fedakariyên şehîdan rêxistinên herî terorîst mîna DAIŞ û Cebhet El Nusra têk çûn û wiha domand: “Em soza şopandina rêya şehîdan didin ta ku serkeftin pêk were û em vegerin herêmên xwe yên dagirkirî piştî ku werin rizgarkirin.”
Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Hesekê Hemîd Hesen axivî û 87 şehîdên Yekîneyên Parastina Gel (YPG-YPJ), Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), Yekîneyên Antî Terorê (YAT) Hêzên Parastina Gel (HPG), Partiya Kûmunîst a Marksîst-Lenînîst bi bîr anîn û soza şopandina rêya wan heta pêkanîna xewn û xeyalên wan da.
Her wiha Hesen destnîşan kir ku dijmin her çiqas bi awayekî hovane êriş herêmê bike lê nikare vîna gel û pêkhateyên herêmê bişikîne û dê li hemberê bixwekinin.
Di dawiya merasîmê de sînefizyonek têkildar 87 şehîdan hate pêşandan.
(şx)
ANHA