Li Kampa Serdem wêneyê rewşa Efrînê

Li ser dîwarê Navenda Meclisa Kampa Serdemê wêneyek hatiye xêzkirin ku rewşa Efrînê ya berî dagirkirinê û piştî dagirkirinê nîşan dide. Roşan Sîno li ser vê yekê dibêje "Ez bi vê wêneyê hewl didim rewşa Efrînê ya berî dagirkirinê û piştî dagirkirinê  îfade bikim.”

Dema ku mirov derbasî Kampa Serdemê dibe wêneyek ku li ser dîwarê navenda meclisa kampê hatiye xêzkirin, ji dûr ve tê xuyan. Ev wêne balê dikişîne ser êş û azarên efrîniyan.

Zaroka bi navê Roşan Sîno (14) ji kantona Efrînê ye. Roşan ji ap û metên xwe yên wênesaz hîn bûye û ew jî wêneyan xêz dike.

Beriya 5 rojan Roşanê dest bi xêzkirina wêneyekî li deriyê têketina Kampa Serdem a li gundê Til Sosin ê kantona Şehbayê kir û îro bi dawî bû.

Roşanê du darên zeytûnan xêz kirine, dara li milê rastê bi berhem e û tijî zeytûn e. Lê ya din hişk e, hatiye qutkirin û berhem nade.

Roşan bi vî wêneyê xwe dixwaze balê bikişîne ser du zemanên ji hev cuda. Ya yekemîn anku dara berhemdar îşaretê bi rewşa Efrînê ya beriya dagirkeriya Tirkiyê û ya duyemîn jî piştî dagirkeriyê dike. Dara jêkirî ya hişk îşaretê bi binpêkirinên li dijî xwezaya Efrînê dike.

Li gel her du daran, jineke efrînî heye ku bi rûyekî xemgîn û gewdê dara jêkirî hembêz kiriye. Li gorî Roşanê ev girêdana mirovên efrînî bi xaka wan ve nîşan dide.

Roşan Sîno dibêje: “Tabloya ku min xêz kiriye rewşa Efrînê ya berî û piştî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê nîşan dide. Min rewşa Efrînê bi du darên zeytûnan şîrove kir; dara yekemîn geş û berhemdar e, ev dide nîşandan ku rewşa Efrînê beriya şer baş bû. Dara duyemîn a hişk û jêkirî rewşa Efrînê ya di bin dagirkeriyê de nîşan dide. Jina ku dar hembêz dike girêdana xelkê Efrînê bi dar û xaka xwe ve nîşan dide."

ANHA


Mijarên Din