Li Kampa Serdemê projeyên xizmetguzariyê

Şaredariya Gel a Kampa Serdemê ya kantona Şehbayê hindek maye projeya toreya kanalîzasyonê û restorekirina rêyan bi dawî bike.

اŞaredariya Gel a Kampa Serdemê ji du mehan ve hewl dide xebatên xwe yên dirêjkirina toreyên kanalîzasyonê, sererastkirina rêyên serke û şaxî yên Kampa Serdemê bi dawî bike. Tê payîn ku şaredarî di hefteya pêş de projeyan bi dawî bike.

Di zivistana sala borî de şêniyên Kampa Serdemê gelek zehmetî ji ber derbasbûna avê di nav kampê de, belavbûna nexweşiyan di nav şênî û zarokan de kişandin.

Şaredariya Gel a Kampa Serdemê boriyên bi firehiya 10 îçan di rêyên serke yên kampê de dirêj kirin. Her wiha boriyên bi firehiya 4 îçan di rêyên şaxê de danîn.

Şaredariyê piştî bidawîkirina projeya toreyên kanalîzasyonê dê dest bi sererastkirina rêyên kampê yên şaxî û sereke bi bermahiyan bike.

Ji bo meşandina xebatên projeyê, şaredariyê 7 alavên mezin di nav de tireksek, 4 qelabe, bagîre, bûkêt, wesayîtek loqkirina rêyan, sahrîcên avê û tirector veqatandiye.

Hevserokê Şaredariya Gel a Kampa Serdemê Qaziqlî Mihemed got: “Armanca me ji projeye ew e ku rê li ber belavbûna nexweşiyan û bêhna girêj di nav kampê de bigirin. Bi derfetên kêm me hewl da projeya sererastkirina toreyên kanalîzasyonê pêk bînin. Ji ber ku şêniyan di sala borî de gelek zehmetî kişand."

Şêniyê bi navê Subhî Bazo spasiya kesên ku projeyan di nav kampê de dimeşînin kir û got: "Ev proje ji bo me gelek girîng e. Dê bêhna qirêj a toreyên kanalîzasyonê bi dawî bike. Şaredariyê hewl da rêyên sereke û şaxî di nav kampê de sererast bike."

Şêniya bi navê Ezhra EL-Mehmûd got: "Di zivistana borî de ji ber kombûna avê li ber konê me, me gelek zehmetî kişand. Lê niha azarên me dê bi dawî bibin."

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din