Li Kampa Serdem dibistanek tê avakirin

Heyva Sor a Kurdî bi hevkariya Komîteya Perwerdeyê ya Civaka Demokratîk di hundirê Kampa Serdem a kantona Şehbayê de dest bi avakirina dibistanekê kir.

Piştî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser kantona Efrînê bi hezeran şêniyên kantonê neçar man koçber bibin û li kantona Şehbayê bi cih bûn.  Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) neçar ma ku ji nû ve di hundirê dibistan û malên hilweşiyayî de dest bi perwerdeyê bike.

KPC-D`ê di kampên Berxwedan û Serdem ên kantona Şehbayê de çend dibistan ava kirin.

Bilindbûna rêjeya germahiyê di demsala havînê de û kêmbûna wê di demsala zivistanê de bi awayek neyênî bandor li tenduristiya zarokan kir.

Heyva Sor a Kurdî bi koordînasyona KPC-D`ê ya kantona Efrînê dest bi avakirian dibistanekê di hundirê Kampa Serdem de kir. Dibistan li gundê Til Sosîn tê avakirin û ji 20 odeyan pêk tê.

Nêzî 650 xwendekar ji beşa seretayî dikarin di dibistanê de bixwînin. Li gorî komîteyê bi hatina demsala xwendinê ya 2020 – 2021`an dê avakirina dibistanê bi dawî bibe.

Endama Heyva Sor a Kurdî ya kantona Efrînê Mejdolîn Zeyno wiha got: "Em zêdetirî 2 salan ji Efrînê koçber bûn. Zarokên me yên di kampa Serdem di konan de xwendina xwe didomînin û vê yekê bandoreke neynî li tenduristiya wan kir."

Mejdolîn destnîşan kir ku diviya ku dibistan ji xwendekaran re hatiba avakirin, dibistan ji 20 odeyan pêk tê û xwendekarên ji refa yekemîn heta şeşemîn dikarin di dibistanê de bixwînin.

Tê zanîn ku Heyva Sor a Kurdî dê dibistenekê li Kampa Berxwedan jî veke.

(bx)

ANHA


Mijarên Din