Li kampa Mehmûdlî pirsgirêka avê çareser dibe

Rêveberiya Kampa Mehmûlî bi koordîneya rêxistineke  xizmetguzariyê ya Tebqayê, li ser projeyekê dirêjkirina xetên avê bi dirêjahiya 11 hezar metreyî ji kampê re dixebitî. Di kampê zêdetirî 8 hezar koçber ji herêmên cuda ji Sûriyê hene.

Ji berî 10 rojan, Rêveberiya Kampa Mehmûdlî ya bakurê Tebqayê projeyek ji bo avê bighînin kampê dest pê kir. Werşeyên teknîkî, ji 11 km 9 km, dirêjkirina xetên avê yên 6 înçî, bi dawî kir. Da ku ava vexwarinê  ji kanala Belîx ya ya derveyî  bendava Firatê bikişîne.

Kampa Mehmûdlî ji destpêka avakirinê ve, pêdiviya wê bi xetên avê heye. Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Herêma Tebqayê av bi rêya sarîncan ji kampê re peyda dikir.

Firehiya kampê 500 donim e û 2 hezar û 50 kon lê hatine danîn. Di kampê de zêdetirî  8 hezar kes hene, ji ber vê hejmara zêde pirsgirêka ava vexwarinê rû dide.

Hevserokê Kampa Mehmûdlî Ebdulhadî El-Ebid diyar kir ku girîngiya vê projeyê ew e ku pirsgirêka avê ji kokê ve çareser dike  û wiha domand: "Armanca projeyê azara koçberan a peydakirina ava vexwarinê bi dawî bibe. Av berê bi rêya sarincan li wan dihat belavkirin. Li aliyekî  sarinc rojane 20 km 2 rê qut dikirin da ku avê ji kenala Belîx bîne."

Di qonaxa yekem de av bi rêya pompeya ku niha hatiye avakirin ji kanala Belîx wê were kişandin, piştre wê depoyên avê di hundirê kampê de  bêne amadekirin, ku karîna wê yê dagirtinê wê 40 kîlometre kabik be. Bi rêya depoyên avê,  wê  av di rêya xetên avê re li 7 beşên kampê bê belavkirin.  

Li ser mekanîzmaya dirêjkirina xetên avê di kampê de, Ebdulhadî El-Ebid wiha destnîşan kir: "Qonaxa sêyem ji projeyê tê lêkolînkirin, li ser du gavan têne nîqaşkirin. An henefiyên avê ji her konekê re dirêj bikin an jî xezanên mezin li nav konan belav bikin.”

Ji nav projeyên ku Rêveberiya Sivîl a Demokratîk  a Herêma Tebqayê li kampê pêk aniye ew e ku xeteke kanalîzasyonê bi dirêjahiya 5 hezar 700 metre hate avakirin û tevî ku çirayên ku li ser enerjiya rojê dixebitin.

(rm)

ANHA


Mijarên Din