​​​​​​​Li kampa koçberên Girê Spî qonaxa sêyemîn a avakirinê dest pê dike

Rêveberiya kampa koçberên Girê Spî piştî 250 kon wergirtin, qonaxa duyemîn a avakirina kampê bi dawî kir, di heman demê de nîqaşa berfirehkirina qada kampê dike û ji bo zêdetir koçberan pêşwazî bike, dixwaze dest bi qonaxa sêyemîn jî bike.

XÎro rêveberiya kampa koçberên Girê Spî bi hevkariya Komseriya Bilind a Kar û Barên Koçberan 250 kon li 57 malbatên di demên dawîn de rêveberiyê ew derbasî kampê kirin, belav kirin. Îro jî 170 malbatên din derbasî kampê bûn.

Rêveberiya kampê tevî ku kon tune ne jî, lê ji ber rewşa debarê zor e, cihên ku koçber xwe lê bigirin, tune ne û nikarin malan jî bi kirê bikin, 57 malbatên koçber pêşwazî kirin û ew bi malbatên din ên li kampê re bi cih kirin.

Têkildarî mijarê koçberê ji bajarê Girê Spî Heysem Mislim spasiya rêveberiya kampê kir ku kon malbata wî re peyda kir û rê li pêşiya azara wan girt, ji ber ku bi malbateke din re dijiyan, zehmetiya tengbûna cih dikişandin.

Piştî ku 250 kon li koçberên nû hatin belavkirin, rêveberiya kampê qonaxa duyemîn a avakirina kampê bi dawî kir.

22yê Çileya par kampa koçberan a Girê Spî hate avakirin, rêveberiyê biryar dabû ku ew ê konên kampê li ser du qonaxan belav bike, di her qonaxekê de jî ew ê 500 konan deyne.

Rêveberiya kampê ji bo rojane pêşwaziya koçberan bike, ji rewşa debara koçberan re bibin alîkar, ji ber ku koçber nikarin malan bi kirê bikin, hewldana berfirehkirina kampê dike û bi vê yekê dest bi qonaxa sêyemîn jî bike.

Girêdayî mijarê, endamê rêveberiya kampê Elî Neda da zanîn ku piştî 250 kon, kel û pelên wê hatin belavkirin, îro qonaxa duyemîn a avakirina kampê bi dawî bû. Elî Neda got ew niha hewldana berfirehkirina kampê dikin anku dest bi qonaxa sêyemîn dikin û bi vê yekê hîn zêdetir pêşwaziya koçberan bikin, ji ber ku koçber zehmetiya Qanûna Qeyser a ku li dijî Sûriyê bi giştî hatiye ferzkirin, dikişînin.

Li kampa koçberan a Girê Spî 3 hezar û 534 koçber dijîn, lê ev serjimar malbatên di demên dawîn de hatine kampê, nagire nava xwe, ji ber hîn sicîlên wan nehatine tomarkirin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din