Li kampa Holê, tevlhevî zêde dibe

Li kampa Holê kiryarên jinên DAIŞ`î zêde dibin. Hêzên ewkehiyê eşkere kirin ku hin jinên DAIŞ`î ji bo darizandina hin jinên din dadgeh çêkirine. Hêzên Ewlehiyê hewl didin rewşê kontrol bikin

Li kampa Holê ya li herêma Cizîrê rewşeke tevlîhev rû dide, ew yek ji ber ku 50 jinên çeteyên DAIŞ`ê dadgehên veşartî ji hin jinên din re ava kirin. Hêzên Ewlekariya Hundirîn yekser destwerdan kirin, lê jin derketin meşekê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn hewl dide meşê ji hev bixe.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn – Jin li kampê ku ji aliyê Rêveberiya Xweser ji bo parastina beşa El-Muhacîrat hatin erkdarkirin, destnîşan kirin ku agahî ji wan re hatin ku, hin jinên çeteyên DAIŞ`ê dadgehên veşartî ji hin jinên din re ava kirine, ew yek bi tewana ku dûrî fikrên DAIŞ`ê ya radîkal ketine, di encamê de hêzê destwerdan kir. Lê jinên çeteyên DAIŞ`ê tevlihevî derxistin û çek li hemberî hêzê rakirin.

Hêzên Elwekariya Hundirîn da zanîn ku hejmara jinan nêzî 50 kes e, hîna Hêzên Ewlehiyê li kampê di serferberiyê de ye da ku rewşê kontrol bike.

Hîna rêya bidestxistina çekên li gel jinên çeteyên DAIŞ`ê li kampê nehatiye zanîn.

Kampa Holê 45 km rojhilatê bajarê Hesekê ye û ji kampên mezin li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û yek ji kampên herî xeter di cîhanê de ye. Di kampê de, zêdetirî 71 hezar kes ji penaber û koçberên û malbatên çeteyên DAIŞ`ê, lê dijîn.

ANHA


Mijarên Din