Li kampa Holê penabereke iraqî hate qetilkirin

Hêzên ewlehiyê yên li kampa Holê cenazeyê penabereke iraqî dît. Li gorî agahiyan heyî, ew hatiye xeniqandin û DAIŞ`î li pey vî sûcî ne.

Li gorî agahiyên hêzên ewlehiyê yên li kampa Holê ya li kantona Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê duh bi şev cenazeya penabereke iraqî ku bi keblê kehrebeyê hatiye xeniqandin, dît.

Navê jina hatiye qetilkirin Cewher e, bi eslê xwe ji bajarê Qaîm ê Iraqê ye û diya zarokeke 7 mehî ye.

Li gorî agahiyan, beriya demekê jinên DAIŞ`î yên li kampê birayê Cewher jî qetil kir û têkildarî bûyerê lêpirsîn berdewam e.

Li kampa Holê sûcên qetilkirin û lêxistinê zêde bûne û saziyên ewlekariyê eşkere dikin ku sedema van sûcan hişmendiya tundraw a jinên çeteyan e.

Hêzên ewlehiyê destnîşan kir ku piraniya van sûcan jinên DAIŞ`î pê radibin û bi vê yekê dixwazin fikrên tundraw di nava penaberên Iraqê de belav bikin.

(eh)


Mijarên Din