Li kampa Holê jineke DAIŞ‘î kuştî hate dîtin

Rêveberiya Kampa Holê cenazeyê jineke DAIŞ‘î kuştî, dîtin.

Li ser agahiyên ku cenazeyê jineke di kampa Holê de heye, Rêveberiya Kampê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn dest bi lêgerînê kirin. Di lêgerînê de cenazeyê jineke DAIŞ‘î hate dîtin. Rêveberiya kampê û hêzên ewlekariyê cenazeyê jina kuştî rakirin nexweşxaneya Heyva Sor a Kurd a li kampê.

Li gorî lêkolînên bijîşkên edlî, diyar bû ku jina endenosî 6 meh ducanî ye, hatiye lêdan û êşkencekirin û şopên kulman li ser benda wî hebû û ji ber êşkenciyê jiyana xwe ji dest da.

Hate gotin ku jina kuştî ji Endonosyayê navê wê Sodrmînî, bavê wî Serdî, dê Nasya, dayika 3 zarokan e û ji aliyê jinên DAIŞ‘î ên di kampê de hatiye kuştin, lê sedema kuştina wê nehat naskirin.

Li kampa Holê ya bi hezaran malbatên çeteyên DAIŞ‘ê tê de hene, gelek caran bûyerên tundiyê pêk tê.

ANHA


Mijarên Din

Ebdî, Boris pîroz kir