Li kampa Holê jineke DAIŞ`ê hate kuştin, 7 kes birîndar bûn û 50 jin hatin girtin

Jineke DAIŞ`î hate kuştin û 7 jinên din jî birîndar bûn û 50 jin ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve hatin girtin.

Li kampa Holê ya herêma Cizîrê rewşeke tevlîhev rû da, ji ber nêzî 50 jinên çeteyên DAIŞ`ê dadgehên dizî ji jinên din re ava kirin, di encamê de Hêzên Ewlekariya Hundirîn destwerdan kir, lê jin ji bin kontrolê derketin û çek li hemberî Hêzên Ewlekariyê rakirin û dirûşmeyên çeteyan berz kirin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn – Jin li kampê ku ji aliyê Rêveberiya Xweser ji bo parastina beşa El-Muhacîrat hatin erkdarkirin, destnîşan kirin ku agahî ji wan re hatin ku, hin jinên çeteyên DAIŞ`ê dadgehên veşartî ji hin jinên din re ava kirine, ew yek bi tewana ku dûrî fikrên DAIŞ`ê ya radîkal ketine, di encamê de hêzê destwerdan kir. Lê jinên çeteyên DAIŞ`ê ji bin kontrolê derktin û gule li hêzê reşandin.

Nûçegihanê me ji kampa Holê ragihand ku ji ber gulereşandina jinên çeteyên DAIŞ`ê li hember Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên jin, hêzê li wan reşandin û nêzî 15 deqan ev rewş dewam kir, paşê hêzên ewlekariyê rewş kontrol kirin, piştî wê yekê li deriyê pişt ê beşa El-Muhacîrat careke din ji kontolê derketin û gule li hêzên ewlehiyê reşandin, di encamê de yek ji jinên DAIŞ`ê hate kuştin û 7 jinên din jî  birîndar bûn.

Nûçegihanê me got ku hêzên ewlehiyê zêdetirî 50 jinên çeteyên DAIŞ`ê yên ku di "Dadgeha dizî" li kampa "El-Muhacîrat" de ne û beşdarî tevlîheviyan bûn girtin.

Hîna Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Jin di serferberiyê de ye û hewl dide tevlîheviya li deriyê pişt ê beşa El-Muhacîrat li kampê kontrol bike.

(jo)

ANHA

 


Mijarên Din