Li kampa Holê hewldanên kuştinê didomin

Komeke jinên DAIŞ`î hewl da penaberekî Iraqî di kampa Holê de bi kêrê bikujin.

Jinên DAIŞ`î yên di kampa Holê ya li rojhilatê bajarê Hesekê de hewl didin aramiya kampê bi rêya kuştin, birîndarkirin, şewitandin û revandinê tevlihev bikin. Bi vê yekê dixwazin parastina îdeolojiya DAIŞ`ê bikin, her wiha gefan li kesên ku dixwazin dûrî fikrên radîkal ên DAIŞ`ê bikevin, dixwin.

Nûçegihanê ajansa me ragihand ku komeke jinên DAIŞ`î yên di kampa Holê de hewl da penaberê Iraqî Xidir Yûsif (30) bi kêrê bikujin.

Bûyer îro di saetên sibê de li sûka kampê ya di navbera beşa yekem û sêyem de pêk hat.  Xidir ji milê xwe yê rastê birîndar bû û ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneya meydanî ya kampê.

Hêzên ewlekariyê koma jinên DAIŞ`î yên hewl da penaberê Iraqî bikujin, girt û der barê bûyerê de lêpirsîn bi wan re tê kirin. Hêzên ewlekariyê tevger û dewriyeyên xwe li kampê û derdora wê zêde kir piştî ku hewldanên jinên DAIŞ`î yên revê, kuştin û şewitandin zêde bûne.

(bx)

ANHA


Mijarên Din