Li kampa Holê ciwaneke Êzidî radestî Mala Êzidiyan hate kirin

Li kampa Holê ciwaneke Êzidî hate naskirin û radestî Mala Êzidiyan hate kirin.

Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê destnîşan kir ku Komîteya Karûbarên Kesên Hatine Revandin a girêdayî Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê bi hevkariya Rêveberiya Kampa Holê ciwaneke êzidî di kampê de nas kir.

Di daxuyaniya Mala Êzidiyan de de hate diyarkirin ku piştî şerên Baxozê û rizgarkirina wê ji hêla Hêzên Sûriye Demokratîk ve bi hezaran sivîl xwe spartin kampa Holê. Di nav de sivîl, malbatên DAIŞ û zarokên wan, her wiha jinên êzidî hebûn.

Mala Êzidiyan diyar kir ku duh bi şev nasnameya ciwaneke êzidî bi navê Leyla Murad Îdo (17 salî) hate naskirin û got Leyla dê demên pêş de radestî malbata wê were kirin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din