Li kampa Holê çeteyên DAIŞ`ê ciwanek kuştin

Li kampa Holê ciwanekî Îraqî ji aliyê 2 kesên ku cilên jinên DAIŞ`ê yên reş lixwe kirbûn û bi şevê derbasî bin konê wî bibûn, hat kuştin.

Çavkaniyekî ji rêveberiya kampa Holê ji ajansa me ANHA`yê re ragihand ku li kampa Holê ciwanekî Îraqî ji aliyê 2 kesên ku cilên reş weke yên jinên DAIŞ`ê li xwe kirbûn bi amûrekî hişk di serê ciwan de lêxistin. Li gorî şahidan ku ciwan bi giranî birîndar bû û ew rakirin nexweşxaneya El-Hikmê ya bajarê Hesekê, îro di saetên sibê de nexweşxaneyê de mir.

Li gorî rêveberiya kampê ciwanê bi navê Mihemed Şihadê Hemade ku rastî êrîşê hat, lê xuya dikir ku fikrên DAIŞ`ê mîna kesên di kampê de û taybet ên Îraqî qebûl nedikir. Çavkanî texmîn kir ku ji ber fikrên radîkal ên DAYŞ`yên di kampê de, ew ciwan hat kuştin. Li gorî fikrên wan ku ew ciwan ne li gorî ol tevdigeriya û bibû elmanî û ji ber wê cezayê wî kuştine.

Ev ne cara yekemîne ku sûcên bi vî awayî  di kampa Holê de pêk tên. Di kampa ku bi hezaran DAIŞ`î, malbatên wan û alîgirên fikrên dayişiyan dijîn, gelek rewşên kuştin û êrîşan pêk hatin. Ji wan sûcan, DAIŞ`yekê neviya xwe kuşt ji ber cilên DAIŞ`ê li xwe nekir. Her wiha jineke ji Indonesia li ser destê komeke jinên DAIŞ`ê hate kuştin, jineke DAIŞ`î di kampê d bi kêrê endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar kir û gelek sûcên din ku ji ber fikrên DAIŞ`ê ku kesên di kampê de qebûl dikin, pêk tên.

Hêjayî gotinê ye ku Fermandarê Giştî yê QSD`ê Mezlûm Ebdî beriya niha ji rojnemeya "British Guardian" re axivî û hişyariya xeteriya rewşa li kampa Holê da her wiha banga girîngiya kar û xebata ji bo çareserkirina rewşa heyî re da. Ebdî kampê mîna bombeyekê ku li ber teqînê ye pênase kir.

(jo)

ANHA


Mijarên Din