Li kampa Holê cenazeyê jinekê hate dîtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin li kampa Holê li beşa 8’emîn ku tê de jinên DAIŞ’î yên Sûriyê hene, jineke DAIŞ’î mîrî dît.

Kampa Holê ji mezintirîn kampên li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û tê de 71 hezar kes hene. Koçber û penaber ji Sûriyê û penaberên Iraqê hene û her wiha jî jin û zarokên çeteyên DAIŞ‛ê jî tê de hene.

Kamp ji xeternaktirîn kampên cîhanê ye. Tê de rewşên kuştin, lêdan û birîndarkirin heye. Rayedarên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pirî caran kamp wek bombeya amadekirî, bi nav kir.

Piştî ku agahî gihîştin Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin, hêzê yekser berê xwe da beşa 8’emîn û cenaze rakir nuqteya tenduristiyê da ku hin bergiriyên keşfkirin pêk bînin.

Lêpirsînên destpêkê îşaret pê kir ku ew jin li ser destê hin jinên DAIŞ’ê hat kuştin. Ji ber ku li gor wan ew fikrên DAIŞ’ê binpê dikin û tên kuştin. Hat birbîrxistin ku jina ku hatiye kuştin derbasî dewreyên zanakirinê yên ku rêveberiya kampê li dar dixe, bûye.

Li gor pisporên tiba edlî yên li kampa Holê ku bûyer bi şev pêk hatiye. Kuştin jî bi lêdana di serî de û piştre xeniqandinê, pêk hatiye.

(fr)

ANHA


Mijarên Din