Li kampa Holê ku 45 km li rojhilatê bajarê Hesekê dikeve, şewat bi zêdetirî 7 konên di beşa ‘Muhecerat’ de ket ku malbatên DAIŞ`ê tê de ne. Di şewatê de jinek ku nasnameya tirkî radike û zarokên wê şewitîn.
Li gorî agahiyan, şewat ji aliyê jinên DAIŞ`î yên tundraw ve hatiye pêxistin.
Têkildarî mijarê rayedarên ewlehiyê ragihand ku şewat şevê din saet di 23:00`an de li beşa malbatên çeteyên DAIŞ`ê pêk hatiye. Rayedaran piştrast kir ku hin jinan madeya kaz li konan reşandiye û agir bi konan xistiye.
Duh jî cenazeyê jinekê di beşa jinên DAIŞ`ê yên biyanî de, hatibû dîtin.
(kc)
ANHA