Li kampa Holê 2 jinên DAIŞ`î ciwanek birîndar kir

Li kampa Holê ku yek ji kampên herî xeternak e, 2 jinên DAIŞ`î xwest ciwanekî iraqî bikujin. Di encama wê de ciwan bi giranî birîndar bû.

Heta niha di kampa Holê ya ji xeternaktirîn kampên di cîhanê de, bi hezaran malbatên çeteyên DAIŞ`ê hene. Xetereya wan ne tenê li ser derve heye, lê belê li ser koçber û penaberên di kampa Holê de jî hene.

Nûçegihanê me ragihand ku 2 jinên DAIŞ`î hewl da ciwanekî iraqî ku di kampa Holê ya li başûrê rojhilatê Hesekê ya herêma Cizîrê de dijî, bikujin.

Ciwanê iraqî Y.N. di sukreya xwe de bi amûreke hişk birîndar bû û di encama wê de bi giranî birîndar bû û ji ser hişê xwe ve çû.

Ciwanê iraqî ji aliyê hevjîna wî ve ji bo tedawiyê rakirin nexweşxaneyê. Niha di nexweşxaneya Heyva Sor a Kurd ya li kampê de ye û rewşa wî baş e.

Hevjîna Y.N. got ew li derveyî konê xwe bû, dema vegeriya dît 2 jinên DAIŞ`î bi lez ji bin konê wan derdikevin û wiha anî ziman: "Ez zêde neketim gumanê, ji ber ku min got qey ew hevalên min in. Ev yek ji min re diyar nebû heta ku min hevjînê xwe di hundirê kon de dît û xwîn ji wî diçû."

Rêveberiya kampa Holê got ev ne cara yekemîn e ku bûyerên bi vî awayî ji aliyê jinên çeteyên DAIŞ`ê ve ku zîhniyeta radikal di fikrên wan de ye, çêdibin û sûcan li dijî niştecihên kampê  pêk tînin.

Di demên dawîn de rewşên kuştinê di kampê de zêde dibin. Jineke DAIŞ`î neviya xwe kuşt, ji ber ku neviya wê red kir ku cilên DAIŞ`iyan li xwe bike. Jineke ji Endonezyayê ji aliyê komeke jinên DAIŞ`ê hate kuştin, her wiha jineke DAIŞ`î endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn di kampê de birîndar kir û beriya hefteyekê ciwanekî iraqî di hundirkê konê xwe de bi amûreke hişk hate kuştin.

(bx)

ANHA


Mijarên Din