Li kampa Girê Spî dewreya yekemîn a destwerdanên lezgîn bi dawî bû

Bi armanca pêşvebirina qada tenduristiyê li hûndirê kampê, komîteya tenduristiyê ya kampa koçberan a Girê Spî dewreya yekemîn a destwerdanên lezgîn bi dawî kir.

22 endamên ji kampê tev li dewreyê bûn, ji wan 13 kes bi ser ketin.

Kadroyên tenduristiyê yê li nexweşxaneya Şehîd Umer Elûş çavdêriya dewreyê kir, her wiha dewre 25 rojan dewam kir. Endaman di perwerdeyê de wanyên pratîkî  dîtin.

Di merasîma bidawîkirina dewreyê de bawername li endamên serketî hatin belavkirin, her wiha rêveberê kampa koçberên Girê Spî Elî Neda endamên li tevahiya dewreyê bûn û serketine pîroz kir û ji wan xwest ku tiştên di dewreyê de fêr bûn li  kampê bixin pratîkê  û agahiyan jî li nava civata xwe belav bikin.

Elî Neda soz da ku ew ê dewreyên wiha domdar werin vekirin û rewşa tendurisiyê ya li kampê bi pêş ve bibin.

Endama bi navê Emûra Xelîl spasiya rêveberiya kampê kir, ku dewreyên wiha li kampê vekirine, ji ber bi xêra van dewreyan fêrî agahiyên zanistî dibin û sûdê li civaka xwe dibînin.

Li  kampa koçberan a Girê Spî rêxistinên tenduristiyê tune ne, tenê komîteya tenduristiyê ya kantona Girê Spî alîkariya koçberan dike.

(eh)

ANHA


Mijarên Din